Emîne li cenazeya Ramazanê di komkujiyê de winda bûye digere
09:01
JINHA
DÎLOK – Emîne Ayhan ya k udi komkujiya Dîlokê de kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan winda kir û hîna cenazeyê wî nedîtiye û diyar kir ku dixwazin li gorî testa DNA’yê ya ATK’ê cenazeya zarokekî din bidin me.
Li Dîlokê di taxa Beybaxçe di 20’ê Tebaxê de DAIŞ’ê li hemberî daweteke malbata Kurd êrîşa bombeyî pêk anî. Emîne Ayhan ya ku di êrîşê de sê zarokên xwe winda kir û ew, keça wê û hevjînê xwe jî birîndar bûn, li cenazeya kurê xwe yê 10 salî Ramazan Ayhan digere. Emîneyê da zanîn ku dixwazin cenazeyek din bidin wan.
Emîneyê diyar kir k udi komkujiyê de keça xwe Zîlan, Şukran winda kiriye û got hevjîn û keça wê Dîlan jî hîna di nexweşxaneyê de tên dermankirin. Emîneyê wiha got: “Kurê min Ramazan hîna windaye. Em ne dizanin saxe û ne dizanin miriye.”
‘Di dosyayê de navê Ramazan tine’
Emîneyê bi lêv kir ku piştî bûyerê bi dozger re hevdîtin kirine û got: “Di dosyayê de navê Zîlan, Şukran û Dîlanê heye. Lê yê Ramazan tine. Di dosyayê de Ramazan wek winda tê derbaskirin. Dozgeriyê got li morgê du cenaze hene. Got Ramazan ji me re vebêje. Gotin cenazeyek parçe bûye nayê naskirin û yê din jî ne ne zarokê we ye. Piştre mînakên xwînê girtin û ji cenazeya parçekirî jî parçyek girtin. Hat fêm kirin ku ew cesed ne aydê kurê me ye. Me li yê din jî mêze kir ew jî ne kurê me bû.”
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew cenazeya kurê xwe dixwaze.
(rt/hu)