'Pergala hevserokatiyê tirsa wan ya herî mezine’
09:01
Şehrîban Aslan / JINHA
MÛŞ- Hevşaredara Gimgima Muşê Sabîte Ekînciyê diyar kir ku ji ber ji hêza veguhertinê ya jinê ditirsin hedef tên girtin û got: “Pergala hevserokatiyê ya li şaredariyên me niha mînaka herî şênber a tirsê ye.”
25 şaredariyên DBP’ê bi tayyînkirina qayyûman hatin hedef hatin girtin, ligel vê saziyên jinan hedef hatin girtin. Saziyên jinan yên şaredariya Cizîrê û Farqînê hatin girtin. Her wiha seroka yekemîn Daîreya Polîtîkayên Jinan a Tirkiyeyê Yuksel Aslan Acer ev 21 rojin di bin çavan de ye. hevşaredara Gimgima Muşê Sabîte Ekînciyê anî ziman ku piştî tayînkirina qayyûman hedefa destpêkê saziyên jinan bû û got: “Di şexsê Yukselê de xwestin saziyên jinan têk bibin. Li Tirkiyeyê bêdengkirina jinê, wê bi vê civakê bide windakirin. Divê ev şaşî demildest bê ferqkirin.”
‘Gelek sedemên vê hene’
Sabîteyê destnîşan kir ku Tirkiye hatiye asteke ku tehemulê cudahiyan nake û ketiye rewşa welatekî dijdemokratîk. Sabîteyê wiha berdewam kir: “Qayyûm nayên qebûlkirin. Em vê red dikin. gelek sedemê êrîşên li dijî şaredariyên me hene.10 sal şûnde wê bê fêmkirin ku şaredariyên DBP’ê dixwestin çi bikin. Kurdan modelek pêşketî ji xwe re mînak girtiye. Wek feraseta siyasî kiriye rehber.”
(hu)