Mamosteyên jin bi feraseta azadiyê xwe perwerde dikin
09:03
Rûken Dêrik/JINHA
RIMÊLAN - Mamosteyên Jin yên ku perwerdehî li Akademiya Şehîd Dorşîn dibînin diyar kirin ku, ew ê erka guhertina zarokan û civakê hildin ser milên xwe û gotin ku ew ê pêşengiya civakê bikin.
Li bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê di binesaziya Akademiya Şehîd Dorşîn de dewreya bi navê Şehîd Agirî ya mamosteyên jin di meha Îlonê de dest pêkir. Dewreya ku 29 mamoste cih digrin di rojên pêş de ew ê bi dawî bibe. Jinên ku perwerde li ser bingeha zanist û ramana azad ya jinê dibînin têkîldarê rêveçûna wane û encamên ku girtine nirxandin kirin.
'Jina ku xwe perwerde bike, dê bi ser bikeve'
Mamosteyê dewrê Rîda Silêman diyar kir ku, ew bi xwestekek mezin beşdarî perwerdê bûye û wiha got: "Perwerde ji bo pêşketina mirov xalek girînge. Bi taybet min xwast ez rastiya jinê hînbibim û li ser dîroka xwe perwerde bibim. Jin rola wê çawa bûye û çima di roja me ya îro de ewqas pirsgirêka jinê giran bûye. Di encama perwerdeyê de ez di xwe de guhertineke berçav jî dibînim. Waneya herî zêde jî bala min kişand dîroka jinê bû. Min karî bi rêya vê dersê zayenda xwe, xwe û heqîqeta xwe nas bikim. Bi berfirehî behsa sîstema desthilatdar a mêr hate kirin."
Rîdayê anî ziman ku divê her jinek cihê xwe di qada perwerdehiyê de bigre û wiha pêde çû: "Her jina ku tevlî perwerdeyê bibe dê xwe nas bike, ber bi azadiyê ve biçe û ser bikeve. Divê zarokên me li ser bingeha azadiya jinên perwerde bibînin. Ji ber vê mamosteyên jin divê çanda xwe baş nasbike. Bi felsefeyeke rast xwendekaran perwerde bike."
'Şerkirin parastina nirx, ziman û çandê ye'
Şêrîn Îsmaîl jî xalên girîng yên ku di pêvajoya perwerdeyê de hîn bûye wiha parvekir: "Di vê dewreyê de ez fêrî gelek tişt bûm wek azadiya jinê çawa ye û hwd. Beriya perwerdeyê min azadî şaş şîrove dikir. Min azadî bi pîvanên kapîtalîzmê dinirxand. Ango ji bo min pîvan cil û berg û tevgera azad bû. Lê niha ez pê hesiyam ku azadî bi civakê ve girêdayî ye. Têkoşîn tê wateya parastina nirx, ziman û çande. Serok Apo ji jinê re rêya rast vekiriye."
Şêrînê destnîşan kir ku, encamên ji dewreyê bigrin ew ê hînê nifşên nû bikin û got ku, ew wek mamoste erka guhertinê digrin ser milên xwe û dê ji civakê re pêşengî bikin.
(en/rc)