Jinên ku bi şoreşê re kevneşopiyên desthilatdariyê hildiweşînin, xwe bi rêxistin dikin

09:06

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ- Jinên ku piştî şoreşê jiyana wan tev hatî guhertin, xwe ji xelekên kevneşopiyê desthilatdariyê rizgar dikin û rêveberiya Navenda Tirafîqê dikin.

Li rojavayê Kurdistanê piştî şoreşê jin xwe ji xelekên desthilatdariyê mêr rizgar dikin û pêşengiya xebatê înşayê jiyana bi rengê jinê dikin. Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê Lîman Ehmed Îsmalîl ya 19'e salî diyar kir ku, ew piştî şoreşê ji nava çar dîwarên malê derketiye û got ku, niha di asta rêveberiyê de li Navenda Tirafîqê ya bajêr xebatê dide meşandin.

'Min hêza xwe naskir û ez bi hêztir bûm'

Lîmanê da zanîn ku ew şeş mehe di xebatên rêveberiyê de cih digre û got ku, di heman demê de ew di beşa nûkirina destûrnameya wesayîtan de dixebite. Lîmanê ya ku ji guherîna jiyana xwe gelek kêfxweşe wiha axivî: "Li malê min jiyanek ji rêzê dijî. Bi şoreşê re min derfet dît û ez tevlî xebatê bûm. Xebat li ser jiyan û pêşketina min bandorek mezin da avakirin. Min hêza xwe naskir û ez bi hêztir bûm. Cih girtina min di xebatên ewlekariya gel de, cihê şaneziyê ye. Coşa min ya jiyanê bilind bûye. Jin jî dema ked û westandina me dibînin, pê kêfxweş dibin."

'Jin êdî di her qadê jiyanê de xebatê dide meşandin'

Lîmanê wiha qala pêvajoya guhertin û veguhertina jin di nava şoreşê de kir: "Beriya şoreşê desthilatdar mêr bû. Jin li pişt mêr dimeşiyan. Bi şoreşê re gavên mezin jin avêtin. Jin niha serbixwe ye. Guhertinên baş di civakê de jî çêbûne. Jin êdî di xebatên siyasî, civakî û leşkerî de cih digire. Niha asteke bilind a wekheviyê çêbûye, lê belê hîna em negihîştine asta ku tê xwestin."

'Berxwedana YPJ'ê nêrîn û qalibên kevneşopî hilweşand'

Lîmanê da zanîn ku, ew çar jin li Navenda Tirafîqê ya bajêr dixebitin û wiha pêde çû: "Dema me dest bi karê trafîkê kir, ev ji bo gelê me hinekê belkêş û sosret hat. Piştî berxwedana şervanên YPJ'ê ya li hember çeteyan nêrînê û qalibên civakî hilweşiya. YPJ'ê û endamên Asayîşa Jinê vîn û hêzek mezin hember êrîşan raber da. Ji ber vê yekê êdî civak hêza jinê naskir û hînbûne ku jin li her qadê bibînin. Her çiqas em rastî nêzîkatî û helwestên çewit bên jî ew ê bi demê re bên guhertin."

Lîmanê bi lêv kir ku, ew dixwazin jin jin hînê ajokariyê bibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji bo jin di her qadê de cih bigre girînge. Ev jî ji bo çehreya trafîkê biguhere girîng e. Jin dest bavêje kîjan karî ger bi dexwaz be û baweriya wê hebe, dê biser bikeve."

(en/rc)