Li Afganîstanê zarokên keç xwe dikin kilixên zarokên kûr

09:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Afganîstana ku xwedî civakek baviksalare, malbatên ku zarokên wan yên kûr tine, li zarokên xwe yên keç, wek kûr jiyankirinê ferz dikin.

Li gorî nûçeya www.rt.com’ê li Afganîstan, Pakîstan û Îranê malbatên ku zarokên wan yên kûr tine zarokên xwe yên keç wek kûr didin jiyankirin. Ji bilî dê, bav û xwişkên wan kes nizane ku ew keçin. Wek zarokekî kûr xwe cil û bergan li xwe dikin, futbolê dilîzin, ji xwişkên xwe yên diçin dibistanê û li bajar digerin jî refekatê dikin.

Li Afganîstanê malbatên zarokên wan yên kûr tine, vê wek şermê dibînin. Ev jî dibe sedema ku zarokên keç wek kûr bijîn. Yek ji van malbatan jî malbata Amena ye. Bavê Amena got: “7 keçên min hene, kurê min tinene.”

Amenayê jî got: “Ez keçim, divê ez kûr bûma. Divê min ji bo malbata xwe wisa bikira. Ez bibûma ‘bacha posh’.” Gelek keçên wek Amena li Afganîstanê hene. Dema ez keç mezin dibin jî malbat bi tevahî wan bi xizmên wan re didin zewicandin.

Her wiha ev keçên xwedî du nasname, birînên mezin jî li ser jiyana wan dibe. Yek ji van jî Tofane. Tofan zewacê qebûl nake. Tofan diyar dike ku bi vî awayî xwe xurt hîs dike û ji vê rewşa xwe hez dike.

(gd/hu)