Rûstem Cûdî bi merasîmek girseyî hat bîranîn

09:42

JINHA

DIRBESIYÊ- Gelê Kantona Cizîrê endamê Meclîsa PKK'ê Rûstem Cûdî bi merasîmeke girseyî bibîr anîn.

Di 28'ê îlona 2011'an de di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirkiyê li ser Herêma Parastina Medya yê, endamê Meclîsa PKK'ê Rûstem Cûdî ligel 10 rêhevalên xwe, jiyana xwe ji dest dan. Duh êvarê gelê Kantona Cizîrê, bi boneya bîranîna Rûstem Cûdî, li ser gora wî li Berkevirê merasîmek lidar xistin. Di merasîmê de gel ji bajarên Serekaniyê, Dirbesiyê, Qamişlo, Amûde, Heseke, Til Temir û Zirgan li goristana Şehîd Rûstem kom bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser, Serokê Meclisa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û malbata Rûstem Cûdî jî amade bûn.

Di serî de şervanên YPJ-YPG'ê merasîma leşkerî lidarxistin û deqeyekê rêzgirtin. Fermandarê YPG'ê Reşîd Dirbêsiyê axaftinek kir û keda cangoriyan anî ziman. Reşîd got: "Em bi hewldan û keda şehîd Rûstem û hemû şehîdan gihîştin vê pêvajoyê. Fermandar Rûstem Cûdî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn kir. Em şopdarê wî ne.”

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) Ismaîl Dêrik jî axivî û diyar kir ku, şervan û şagirtên Rûstem Cûdî rojavayê Kurdistanê ji destên çeteyan rizgar kirin. Îsmaîl kesayet û taybetmendiyên sereke yên Rûstem Cûdî jî anî ziman û soza girêdana bi xeta cangriyan re nû kir.

Hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê û birayê Rûstem Cûdî, Xelîl Osman jî got: " Serkeftinên li rojavayê Kurdistanê herwiha li Minbicê derketine holê, tola herî mezine ji bo şehîdane. Bila her malbateke şehîdan bizanibe ku her şehîdek me felsefe û pêşketinek e. Ger şehîdê me nebûna, me nikarîbû van serkeftinan bidest bixin. Em ê armanca Rûstem Cûdî ya azadkirina gelê Rojhilata Navîn teqez pêk bînin."

Serokê Meclisa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan jî bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Heya li Rojhilata Navîn demokrasî pêşbikeve û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, em ê têbikoşin."

Hevseroka Desteya Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir jî anî ziman ku tevgera azadiyê bi berdêlên giran mezin bûye û wiha domand: "Tevgera me bi şehîdan û fedekariyê tê nasîn. Mirov çiqas li ser şehîd Rûstem biaxive nikare mafê wî bide. Ger îro em li Rojava azad in, ev berhemê keda Rûstem Cûdî û rêhevalê wî mîna şehîd Çîçek, Elî şêr û rêhevalên ku bi wan re şehîd bûne.Van şehîdan navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de nivîsandin. Tevgera jin berhema şehîdên jin wek şehîd Çîçek û rêhevalên wê ne. Îro jî di hemû qadan de hevalên jin pêşengên şoreşê dikin.”

Di dawiya merasîmê de dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat berzkirin.

(rh/en/rc)