Cara 46’an DİHA asteng kirin

10:42

JINHA

AMED - Saziya Ragihandin û Agahiya Teknolojiyê, gihandina ajansa DİHA yê cara 46’emîn asteng kir.

Saziya Ragihandin û Agahiya Teknolojiyê (BTK), navnîşana gihandinê ya Ajansa Nûçeyan a Dîcle yê (DÎHA) a ku li ser lînka “www.diha-news.link” weşanê dikir asteng kir. Ji bo astengiya gihandina malperê ev tişt hat gotin: “Bi hişyariya hejmara qanuna 5651 a ku di encama nirxandina hiqûqî û lêkolîna teknîkê de, derbarê malpera înternetê ya (diha-news.link) Saziya Ragihandin û Agahiya Teknolojiyê di dîroka 27/09/2016 û hejmara 490.05.01.2016.-150313’an de ji ber vê biryarê ev malper ji aliyê Saziya Ragihandin û Agahiya Teknolojiyê tedbîra îdarî pêkaniye.”

Bi vê ve girêdayî ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve ev bû 46’emîn car navnîşana malpera DÎHA’yê tê astengkirin.

(zt)