Xwişka Rûstem Cûdî Gulîstan: Jiyana azad bi keda şehîdan tê avakirin

11:24

Ronîda Hacî /JINHA

DIRBÊSIYÊ - Xwîşka Rûstem Cûdî Gulistan Osman bi boneya salvegera bîr anîna wî diyar kir ku, Rûstem her dem wek keseyatiyek pêşeng derketiye holê û got ku, di nava tevgera azadiya kurd de Rûstem xwedî seknek bi bandor bû.

Xwîşka Endama Konseya KCK'ê Rûstem Cûdî Gulistan Osman piştî merasîma bîranînê ji ajansa mera nirxandin kir. Gulîstanê diyar kir ku, Rûstem ji zaroktiyê xwe ve kesayetek bi bandor bû û wiha got: "Pir rêzdar û mirovhez bû ku dihişt herkes jî wiha nêzîk wî bibe. Ji xwendinê jî pir hez dikir û serkeftî bû. Miroveke civakî bû, têkîliyê wî ligel her kes hebû û her wiha cihê xwe di dilê her mirovek de çêdikir."

'Rûstem bû şoreşgereke di nav têkoşîna azadiyê de'

Gulistanê da zanîn ku Rûstem di nava malbatek welatparêz de mezin bûye û wiha domand: "Dema tevgera azadiyê dest bi xebatên xwe kir, wî jî şoreşgertî hilbijart. Asta wî ya zanebûn û girêdana wî bi xeta şehîdan re mezinbû. Bi berxwedanvanên girtîgeha Amedê gelek bandor bû. Bi sekin û têkoşîna xwe jî diyar dikir. Bi tayebt jî dema Rêber Apo li Şamê dît, girêdana wî zêdetir bû. Baweriya wî xurtir bû. Roj bi roj tevger li pêş ket û ew jî di nav xebatên ciwanan de cih girt. Bi vî ruhê şoreşgeriyê tevlî xebatê bû. Şehadeta wî jî bû bangewaziyek ji gelê me yê welatparêz re ku erkên xwe pêk bînin."

'Em ê xwedî li banga Rûstem û ruhê şehîdan derkevin'

Gulistanê bi lêv kir ku, jiyana azad bi berdêlên giran tê avakirin û wiha pêde çû: "Em gelek minetdarê gelê xwe ne ku, li ser xeta şehîdan bimeşin. Em ê xwedî li banga Rûstem û ruhê şehîdan derdikevin. Îro em ber bi azadiyê ve, ber bi avakirina sîstema Federal Demokratîk ve diçin. Ev keda şehîdan e. Keda şoreşgerên azadiyê ne."

(en/rc)