Guleyê leşkeran bû sedema mirina jinek û du zarokan
12:05
JINHA
HESEKÊ- Jina bi navê Şaha Cedan a ji ber gulereşandina leşkerên tirk bi giranî birîndar bû, îro jiyana xwe ji dest da.
Dayika Şaha Cedan ku ji taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ye, tevî du zarokên xwe Xelef Ehmed (4) û Şehed Mecîd Ehmed dema xwestin ji gundê Nistel (bi 60 km'yan li başûr rojavayê Serêkaniyê ye) ji Rojava derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, leşkerên tirk ew gulebaran kirin. Di encamê de her du zarokan jiyana xwe jidest dan û dayik jî bi giranî birîndar bû.
Bijîşkan bi hemû rêbazan hewl dayika Şahayê derman bikin, lê wê ji ber birînên xwe, îro li mala xwe ya li taxa Neşwa jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyên her çar endamên malbatê ku bi guleyên leşkerên tirk li aliyê sînor ê din jiyana xwe ji dest dabûn, hê jî li erdê ne û ti kes nikare nêz bibe, ji ber ku leşkerên tirk guleyan direşînin.
Bi vê yekê ve tevahiya ferdên malbata Şahayê jiyanê xwe ji dest dan.
(rc)