Malbata Eylemê ji bo girtina cenaze daxwazname dan

14:07

JINHA

EDENE - Malbata Eylem Ataş, bo cenazeyê keça xwe bînin Edeneyê, vê carê serî li walîtiyê dan.

Ji bo cenazeyê şervana BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) bînin, malbat daxwazname radestî Walîtiya Edeneyê kir. Beriya daxwaznameyê malbat xwest li ber walîtiyê daxuyaniyekê bide, lê ji ber polîsan destûr neda 100 metre dûrî walîtiyê daxuyanî da. Bavê Eylem Ataş, Mehmet Ataş, anî ziman ku ew li ser wesîyeta keça xwe dixwazin cenazeyê wê li warê wê defin bikin û wiha got, "Em Eylemê dixwazin. Em ji her ferdê ku dibêje ez mirov im, dawa piştevaniyê dikin. Gaveke din ez ê têkildarî maddeya 37'emîn ya ku tê de awayên avakirina gorê û ji welatên biyanî veguhastina cenazeyî tê kirin, daxwaznameyekê radestî walîtiyê bikim."

Piştî daxuyaniyê Mehmet, derbasî walîtiyê bû û daxwazname radest kir.

(zt)