Dayikan ji Dolmabahçeyê bang kir: Çekan bêdeng bikin pênûsê bidin xebitandin
15:03
JINHA
STENBOL - Dayikên aştiyê di hefteya çalakiya xwe ya 48’emîn al li ber Qesera Dolmabahçeyê ku her hefte li dar dixin hatin gel hev û banga çekan bêdeng bikin pênûsê bidin axaftin kirin.
Dayikên aştiyê yên ku hetftê carekê li ber Qesra Dolmabahçeyê ji bo çalakiyê tên gel hev di hefteya 48’emîn a çalakiya xwe de vê hefteyê jî hatin gel hev. Dayikan vê hefteyê di çalakiya xwe de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotin: “ Hevdîtinên bi Ocalan re tên astengkirin. Em aştiyê dixwazin û em dibêjin ku çekan bêdeng bikin û pênûsê bidin axaftin.”
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, heftê carekê her roja çarşemê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li mutabakata Dolmabahçeyê veger bê kirin li ber Qesra Dolmabahçeyê di çalakiya xwe ya rûniştinê ya hefteya 48’emîn de hatin gel hev. Dayikên ku di çalakiya xwe de parkara li ser “Dê dayik destûrê nedin şer” nivîsandî vekirin dovîzên ku li ser wan “Li gorî mutabakata Dolmabahçeyê tevbigerin”, “Bila tecrît bê rakirin û müzakere dest pê bikin” hilgirtin.
‘Em tene aştiyê dixwazin’
Di çalakiya vê hefteyê de ji dayikan Perîhan Agbulut mafê axaftinê girt û wiha got: “ Ger ku bi serok Apo re hevdîtin neye kirin dê Tirkiye bibe Sûriye. Em aştiyê dixwazin. Lê her roj kuştin pêk tê. Bila müzakere bên destpêkirin. Ev bû salek ku em li vêderê ne û em Aştiyê dixwazin.”
Dıvê Kolombiya minak bê girtin
Perîhan a ku bal kişand ser peymana aştiyê ya navbera Kolombiya û rêxistina FARC’ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Divê peymana aştiyê ya navbera rêxitina FARC’ê û Kolombiyayê minak bê girtin. Bi Abdullah Ocalan ê ku çareseriya aştiyê ye re hevdîtin tên astengkrin. Em aştiyê dixwazin û em dibêjin ku bila çek bên bêdengkirin û pênûs bên xebitandin.”
(mk)