Akademî vebû waneya despêkê hat dîtin
16:41
JINHA
KOCAELÎ - Akademîsyenên ku ji ber belavoka aştiyê îmze kirin ji kar hatin avêtin Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê vekirin. Doç. Dr. Asli Kayhan di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku zanîngeh bûne girtîgehên vekirî.
Akademîsyenên Zanîngeha Kocaeliyê yê ku îmze avêtibûn belavoka "em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kirin ji kar hati avêtin "Akademiya Piştevaniyê" li Komeleya Perwerdehiya Bilind ava kirin. Piştî ku 19 akademîsyenên ku ji kar hatin avêtin bi sloganên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" derketin ser dikê bernameyê dest pê kirin. Ewil endamên Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê Gul Koksal û Adem Yeşîlyurt axivîn.
Adem Yeşîlyurt bi pirsa "em çima li vir in" dest bi axaftinê kir û tiştên ku piştî belavok îmze kirin qewimî vegot û wiha axivî: "Em ji karê cemawariyê hatin durxistin lê nikarin me ji xizmetê dur bixin. Me got em ê vî bajarî neterikînin û li vir şahiya vekirinê li dar xist."
Gul Koksal jî wiha axivî: "Em dema ku mirinên zarokan pêk Hulya ya ku venegeriya dersê ne, Deryaya ji bo hemû kesan edaletê dixwaze ne, Cengîzê ku wêneyê xwendekarê xwe yê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da hilgirt in ji ber vê yekê Ozlem a ku got em odeyên xwe vala nakin in."
Prof. Dr. Îzzettîn Alder ê ku dersa yekemîn da bi ser navê "Di Almanyaya 1933'yan û Zanîngeha Tirkiyeyê ya 2016'an" axivî. Alder bilêv kir uk akademiya ku hatiye avakirin destpêkek e û divê ev hewldan bi israr bê berdewamkirin.
Piştî dersê Serokê SES'ê yê Kocaeliyê Mustafa Yildiz axivî û got ku tarîtî hewl dide ku ronahiyê tune bike.
Li ser navê akademîsyen û xwendekaran jî ji bo piştevaniyê Doç Dr. Asli Kayhan axivî. Kayhan got ku zanîngeh bûne girtîgehên vekirî û wiha berdewam kir: "Em ji ber ku bi zanista esasî re mijul dibin û dizanin ku bi şer û têkoşînê ev qad tên qezenckirin em li ser piyan in."
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî anî ziman ku akademîsyenên aştiyê di heman demê de akademîsyenên kedê ne.
Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî anî ziman ku hêviyên wan heye û wiha berdewam kir: "Em ê szanîngehên cudatir ava bikin. Zanîngeha tu bi zimanê yewnanî tê wateya yek gotin divê navê wî bê guhertin."
Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Raşît Tukel jî diyar kir ku bi salan e têkoşîna zanîngehan didi, têkoşîn bi îmzeyê guheriye mezin bûye û li hemberî pêkûtiyan akademîsyen bêdeng nebûne.
Seroka SES'ê ya Stenbolê Gonul Erdem jî destnîşna kir ku akademîsyen li dijî şer ji bo bibin dengê aştiyê derketine rê û ligel hemû êrîşan jî ew natirsin.
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose jî wiha got: "Ev salon diaxive, bi her awayî, bi akademîsyen û xwendekarên xwe ve. Tiştê ku nizanin ew e ku me qut bikin jî em ê li ciheke din şîn bibin."
Piştî axaftinan fîlma "Em ê vegerin" hate pêşandan.
(zt)