ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00


*Jinên Amûdê ji ber destpêkirina sala xwendiniyê ya nû kêfxweşin û diyar kirin ku, dewlemendiya pir ziman ew ê pêjerojek xurt derîne holê.

*Hevşaredara Agiriyê Mukades Kubîlay nerazîbûna xwe ya der barê qeyûmên ku ji bo 28 şaredariyan hatin tayinkirin de nirxandin kir û got ku şerê li Çiyayê Tendurekê hatiye destpêkirin jî berdewam dike.

*Gundê Helincê yek ji gundên girêdayî Kantona Kobanê ye, bi girêdana xwe ya çandî û berxwedanê re navdare. Ji gund hejmareke mezin ciwan tevlî hêzên YPG/YPJ'ê û HPG'ê bûne û di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine.

*Hevjîna kedkarê tenduristiyê Serkan Aslan, Hazal Aslan nexweşa pençeşêrê ye û hevjînê wê yê di her mijarê de ji wê re dibû destek hat girtin û ji ber girtina wî Hazal zehmetiyan dikişîne. Hazalê got: “Hevjînê min ji ber got bila zarok nemire hat girtin. Divê demildest bê berdan.”

*Derhêner, lîstikvan, suflorê vê şanoyê 10 jinin. Cil û berg, xişirên wan hemû bi destan hatine çêkirin. Jinên girtîgeha Gebzeyê bi Pepuleyê re di nava bêderfetiyan de ji klasîkên cîhanê heta lîstikên bixwe dinivîsin ev saleke şanoyê pêşkêşî hevalên xwe dikin û dibêjin ‘Em ne li pişt perdeyê li ser sahneyê ne.”

*Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi salane qursên pîşeyî didomînin û ev di heman demê de qadeke civakîbûnê ya girînge. Bi hezaran jinên ku zîhniyeta serdest di malê de heps kiriye ji va qursan fêdeyê digirin.

*Şaredariya Artemîtê ji aliyê qayyûmên hatine tayyîn kirin ve veguhestiya qerekolê û personelên jin di ketin û têketinan de bi ji aliyê polîsan ve bi şopandinê tên tacizkirin. Bi tayyînkirina qayyûmê projeya Dara Jiyanê ya Navenda Jinê û xebatên Nokteyên Firotina Mor û perwerdehiya Kreşa Zarokan a Dayika Taybet hat sekinandin.

*Li Mûşê xwîşkên bi navê Sevda û Songul Bîngol yên astengdarê dîtinê ne, ji ber astengiyên xwe nikarin derbikevin ber derî û behnek paqij bigirin. Xwîşkan bang li xêrxwaz û berpirsyaran kirin ku, ji bo jiyanek xweş destê xwe dirêjî wan bikin.

*Jinên di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" yên li Wanê xebatê dimeşînin, diyar kirin ku, heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û gotin: "Azadiya Rêberê me azadiya me ye.”