Jinên Amûdê ji perwerdeya pir-ziman kêfxweşin

09:02

Roza Hiso/JINHA

AMÛDÊ- Jinên Amûdê ji ber destpêkirina sala xwendiniyê ya nû kêfxweşin û diyar kirin ku, dewlemendiya pir ziman ew ê pêjerojek xurt derîne holê.

Li rojavayê Kurdistanê li hember pergala perwerdehiya rejîma Baasê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi xebatek berfireh di 25'ê Îlonê de dest bi perwerdehiya sala nû kir. Ji destpêkirina perwerdehiyê ne tenê zarok û mamoste kêfxweşin, her wiha jinên bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê diyar kirin ku, ew bi dewlemendiya perwerdehiya sala nû kêfxweşin.

'Dewlemendiya çandî girîng e'
Nergis Haco diyar kir ku, keça wê dê dest bi dibistana seretayî ya refa yekem bike û wiha got: "Ez kêfxweşim ku dibistan vebûn. Bi taybet jî dê bi zimanê dayikê perwerde bibînin, ev pir baş e. Herwiha dibistanê de zimanên din jî hene, di encam de dê zarokên me hem zimanê xwe baş hînbibin, hem jî dê bikaribin zimanên din jî fêrbibin. Ji bo civak pêş bikeve, dewlemendiya çandî girîng e."

'Li ser rûyê xwendekaran bextewerî hebû'

Eyşe Îsmaîl jî da zanîn ku, ew bi vebûna dibistanê kêfxweşin û wiha axivî:"Dema min keça xwe dibir dibistanê, min di rûyê xwendekaran de bextewarî dît. Ez hêvî dikim, zarokên me bikaribin ji derfetên dibistanan sûd bigrin. Herî zêde jî perwerdeya pir-zimanî girîng e û ez dixwazim zarokên min li kêleka zimanê dayikê, zimanê netewên din hînbibin. Ez ji mamosteyan bendewarim ku xwendekaran baş perwerde bikin."

'Tevlîbûn û eleqe zêde bûye'

Mamoste Beyan Hûrî jî bi lêv kir ku, ew tevahî polan xwendekaran şopandiye û got ku, kêfxweşî û eleqeyek mezin li hember xwendinê heye û wiha domand: "Îsal dê pir-rengiya ziman hebe û ev jî tişteke xweş e û hejmara xwendekaran zêdetir kiriye. Ez bawerim her ku em vê sîstemê xurtir bikin, dê hem asta xwendekarên me bilind bibe, hem jî baweriya bi pergalê dê zêdetir bibe û tevlîbûn berfirehtir bibe."

(en/rc)