Gundê Helincê bi berxwedana xwe dagirkeriyê têk bir

09:06

Zehîde Ehmed-Rabîa Êto/JINHA

KOBANÊ- Gundê Helincê yek ji gundên girêdayî Kantona Kobanê ye, bi girêdana xwe ya çandî û berxwedanê re navdare. Ji gund hejmareke mezin ciwan tevlî hêzên YPG/YPJ'ê û HPG'ê bûne û di rêya têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine.

Gundê Helincê ku dikeve Rojhilatê Kantonê, tê gotin ku navê xwe ji Hilac ango kulavê girtiye. Ji ber di demên kevin li gund kulav hatine çêkirin. Herwiha di dîroka gund de li dijî dagirkeriya dewletên Fransa, Ingilistan û Osmaniyan berxwedanî navdar e. Herî dawî ji gelê Helincê jî wek tevahiya gelê Kantonê tevlî şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn û dawî li dagirkeriya Rejîma Baas anîn. Xanim Mihemed (90) yek ji jinên ku li gund zaroktiya xwe heya mezin bûye jiyan kiriye.

'Min bi çavê xwe zilma leşkeran îngilîz û Fransayê dît'

Xanimê diyar kir ku, di dema dagirkeriya Osmaniyan de zilmên mezin li gel hatiye kirin û wiha got: "Min bi çavên xwe dît ku leşkerên Ingilîz û Frensî jî pir zêde zilm kirin. Lê ev gund hertim di nav berxwedanê de bû. Berê ji gundê Helincê re digotin 'Hilac' hilac bi xwe tê wateya kulavê. Li gundê me eşîreyên wek Ilêdînî, Mîrî, Bêşalti û Hotran hene. Di aliyê jiyana gundewarî de jî di heyamên berê de sewal dihatin xwedîkirin. Pezên me hebû, me ji şîrên wan rûn, penîr û pir pêdiviyên çêdikir. Çanda me ya dawet û mêvandariyan jî hîna geştîr û resentir bû. Şûna van malên me kon hebûn û xaniyên ji heriyê me ji xwe re lêdikir. Ew mal di zivistanê de germ û di havînê de hênik bûn. Ava me jî ji bîran dihat. Lê ewqas bîr kolandin ku êdî av çikiyaye. Me bi ava bîran rez diçand. Tişta em heya niha pê ve girêdayî mane û hîna jî di gund de dikin çandiniya genim û çêkirina savarê ye. Elbet me berê genimê xwe dixist coniyan û dikota, paşê jî li destarê dixist."

Zarok bi serpêhatiya gund tên mezinkirin

Xanimê da zanîn ku li gund têkîliyên manevî gelek bi hêzin û wiha pêde çû: "Dema berê televîzyon nebûn. Em diçûn malan û yên kal-pîr ji me re çîrok digotin. Me zarokan ji çîrokan pir hez dikir. Çîrokên curbecur yên serpêhatiyên demên borî digotin. Eşîreyên Mîrî û Ilêdînî li hev nedikirin lê dema ku zilma rejîmê dîtin, nema şer kirin. Bi giştî gundê me li dijî Osmanî, Frensî û Îngilîzan liber xwe dane û rastê êrîş û zilma wan hatine. Zehmetiyên dema borî jî pir bûn. Wek mînak yek ji gund derketibûya piranî jî xort ji bo leşkeriyê bi zorê dibirin, bi mehan nameyên wan nedigihîştin malbata wan. Rejîma Sûriyeyê pir zordestî li me kir. Nedihiştin em bîr bikolin, an jî dar û keskahî biçînin. Nedihişt kes kar bike, ji wê demê koçberî çêbû, her kesek bi derekê ve çû."

Li hember zilmê riyê berxwedanê hilbijartin

Xanimê bi lêv kir ku, ciwanên gund li hember rejîma Baasê tevlî şoreşa azadiyê bûne û wiha pêl da gotina xwe: "Ji ber zilma rejîma Baasê hêrsa me mezinbû. Gelek ciwanên me tevlî şoreşa azadiyê bûn. Hin ji wan çûn nav refên PKK'ê û şehîd bûn. Niha jî pir xort û keçên me di nav YPJ-YPG'ê de ne. Gelek şehîdên me jî hene. Dema çete hatin em jî ji gund derketin û şervanên leheng em parastin, axa me parastin. Niha em li Helincê kêfxweşin û jiyaneke xweş dijîn."

(en/rc)