Nexweşa pençeşêrê Hazel ji ber hevjînê wê girtiye bi tena serê xwe ye
09:10
Medine Mamedoglu/JINHA
AMED– Hevjîna kedkarê tenduristiyê Serkan Aslan, Hazal Aslan nexweşa pençeşêrê ye û hevjînê wê yê di her mijarê de ji wê re dibû destek hat girtin û ji ber girtina wî Hazal zehmetiyan dikişîne. Hazalê got: “Hevjînê min ji ber got bila zarok nemire hat girtin. Divê demildest bê berdan.”
Li Amedê bi hezaran mamoste ji kar hatin durxistin û zextên li ser mamosteyan didomin. di 21’ê îlonê de bi ser malan de hat girtin û 25 mamoste hatin binçavkirin û ji van 7 heb ji ber faliyetên sendîkal bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Ji van 7 kesan yek hevjînê Hazal Unat Aslan, Serkan Aslan bû. Hazalê got wê xwedî li têkoşîna mafdar a hevjînê xwe derkeve.
‘Bi awayekî dij hiqûqê di girtîgehê de ye’
Hazalê destnîşan kir ku mamosteyan ji bo zarok nemirin çalakî pêk anîn û çalakiya ku pêk anîne hincet nîşan dane û ji kar dur xistine. Hazalê wiha got: “Ti qanûn û hiqûq li ber çavan negirtine û li gorî qanûnên xwe girtin. Çalakiyên xwe di çarçoveya sendîkal de pêk anîne. Li vî welatî ji ber hîndekar bûn, mamoste bûn hatin girtin. Me di salên 90’î de di zarokatiya xwe de jiya. Niha jî zarokên me dijîn. Lê wê mafdariya mirovahiyê derkeve holê. Têkoşîna hevjînê min sendîkal bû.”
‘Ez nekarim karê xwe tenê bikim’
Hazala ku nexweşa pençeşêrê ye diyar kir k udi her qada jiyanê de hevjînê wê ji wê re dibû destek û got: “Ji ber vê jî ez mexduriyeke duyem dijîm. Hîna dermankirina min didome. Ew bi hemû karê malê re mijul dibû. Bi zarokan re eleqeder dibû. Ez nekarim kîloyek tiştek bilind bikim. Emê ji ber şert û mercên tenduristiya min zehmetiyên mezin bikişînin. Divê demildest ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin, hevjînê min bê berdan.”
(ma/hu)