Koma şanoyê ya Zindanê Pepule: Em ne li pişt perdê li ber sahneyê ne

09:12

Gonul Erdogan-Zerya Saraç /JINHA

KOCAELÎ- Derhêner, lîstikvan, suflorê vê şanoyê 10 jinin. Cil û berg, xişirên wan hemû bi destan hatine çêkirin. Jinên girtîgeha Gebzeyê bi Pepuleyê re di nava bêderfetiyan de ji klasîkên cîhanê heta lîstikên bixwe dinivîsin ev saleke şanoyê pêşkêşî hevalên xwe dikin û dibêjin ‘Em ne li pişt perdeyê li ser sahneyê ne.”

Girtiyên jin girtîgeha Gebzeyê bi navê Pepule ekîba şanoyê ava kirin. Bi 10 jinan hat avakirin lê 3 jin neçar man navber bidin xebata xwe û 7 jinan berdewam dike. Besê,Pinar, Rojvan, Netîce, Çîgdem, Xebat, Hulya, Meral e. Vê ekîbê lîstika ‘Mala Xweser’ bi xwe nivîsin û lîstin. Ji klasîkên cîhanê jî lîstik lîstin. Nûçegîhanên dildar yên JINHA’yê Gonul Erdogan û Zerya Saraçê têkildarî şanoyê de bi vê ekîbê re gotobêjek pêk anî.

We lîstika Mala Xweser amade kir, naveroka lîstikê çi bû?

Besê Ozer: Me di 2013’an de dest bi şanoyê kir û em hevalên ciwan û tecrubeya wan tine re di odeyekê de bûn. Me du caran lîstika şanoyê amade kir. Me ji 8 odeyên din re jî ji hevalan re pêşkêş kir. Ev lîstinên Molîer ‘Cimrî’ û ‘Kîbarlik Budalasi’ bû. derfetên me wê demê kêm bûn. Me cil û bergên xwe bi xwe çê dikir. Me makyaja xwe bi xwe çêdkir. Me bi kompîtura îdareyê muzîk bar kir û prova kir. Ligel vê lîstik xweş bû. Me gelek ji şanoyê he zkir. Me ji 5 odeyên cuda bi 10 hevalan koma nû ava kir.”

‘Yên berxwe didan lîstik bi me dan nivîsin’

Meral Kurum: Li der li aliyekî şer heye, li aliyê din xebatên çandî didomin. me jî got em tiştekî wisa bikin. Min wek dayikekê pêvajo ji kurahî jiya. Dayikên li der berxwe didin. Yanî di esasê de yên li der berxwe didin ev lîstik b ime dan nivîsin.”

‘Ne tenê peyam, têkoşîne’

Zeynep Taşgir: Şanoyê kelecan dida min. Yanî di şanoyê de min tenê peyam nedida. Min bi xwe re têdikoşiya. Ez di hewldana derbaskirina sînorên xwe de bûm. Ji ber vê min her tim hewcedarî bi pêşxistina xwe dît. Dema diketim karekterên cuda vê heyecanek mezin dida min.

Hun hevalên her roj li gel hev di lîstikekê de lîstin, vê çi encam da?

Berfîn Soyler:Em bi cil û bergan, makyajê wisa ketin rola xwe ku, carna me nedizanî kîjan heval çi rolî dilîze. Hemû heval bi mereqin. Piştî lîstikê me şîroveyên gelek baş girtin.

Netîce Kalkan: Hem li ser sahneyê û li pişt perdeyê huner û hunermend li dijî pegalê têdikoşin. Li vê zindanê ne li piştperdeyê me li ser sahneyê xwe nîşan da.

Zeynep Taşgîr:Li ser sahneyê heta dor hat emin dilê min nemabû derkeve. Wek evîndariyê ye. dema derketim min got belkî li asîmana me.

Anekdotên balkêş hun dikarin parve bikin? şert û mercên xebata we çine?

Berfîn Soyler:Mînak hevala Meral ji nobedariya xendekê hatibû û gelek westandibû, goreya wê qetya bû. Ev gelek rastîn bû, heta di provayan de bi wan goreyan lît. Hevalekî got ‘heval te dîsa goreya xwe nedirutiye’ em hemû Kenya bûn. Ez jî li sahneyê ketibûm. Hemû alavên sahneyê belav bibûn. Lê hevalan gotibû belkî parçyeke lîstikê ye.

Xebat Didêrî:Li gorî rol amin divê min dans bikira. Min got ez nekarim dansê bikim. Heval Besê got divê ti bikî. Lê di provaya dawî de heval Besê pes kir. Min û hevalek din rola xwe guhert.

Rojvan Erdem: Me din av bêderfetiyê de şoreşek kir. Binêrin em roportajê jî din av bêderfetiyê de dikin.

(hu)