Jin eleqeyek mezin nîşanê qursan didin

09:13

JINHA

AMED– Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi salane qursên pîşeyî didomînin û ev di heman demê de qadeke civakîbûnê ya girînge. Bi hezaran jinên ku zîhniyeta serdest di malê de heps kiriye ji va qursan fêdeyê digirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi feraseta şaredartiya civakî bi dehan qurs vekirin û ji Kurdî bigirin heta boyaxkirina textan, ji kompîturê bigirin heta çêkirina xişiran gelek qadan vedike. Hem qursê pîşeyî û hem jî yên civakî hene. Midûra Şaxa Perwerdehiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî Turkan Turanê diyar kir ku qurs bi taybet ji bo civakîbûna jinan gelek girînge û got li dijî feraseta ku jinê li malê heps dikin, wan jin ji malê derxistine û wiha got: “Em perwerdehiyên xwe li gorî daxwaza qursiyeran didin. Qurs jî bê perene.”

‘Em dixwazin xwe bigihînin hemûyan’

Turkanê di berdewamiyê de diyar kir ku ew dixwazin xwe bigihînin her aliyê bajar û ji bo vê jî hemû derfetên xwe seferber kirine. Turkanê diyar kir k udi meha cotmehê de qeydên qursan dest pê dikin.

Turkanê bi lêv kir ku bi taybet bi qursên Kurmancî û Zazakî hewl didin pêşî li polîtîkaya asîmîlasyonê bigirin û got xwendekarên zanîngehê û jin eleqeyek mezin nîşan didin.

Qursên tên dayîn wihane: Kurdî, tekstîl, moda tasarim, xişirên otantik, çêkirina bêrikan, lênerîna por, kuafurî, lênerîna çerm, makyaj, xwarinpêjî, bernameya xêzên autocad, kursa sazê, koroya ciwanan, kursa çînî, gîtar, erbane, seramîk, wênexêzî û her wekê din.

(mla/hu)