Jin û zarok di hedefa qayyûmên AKP’î de ne

09:17

Hîkmet Tunç-Nîşmiye Guler/JINHA

WAN – Şaredariya Artemîtê ji aliyê qayyûmên hatine tayyîn kirin ve veguhestiya qerekolê û personelên jin di ketin û têketinan de bi ji aliyê polîsan ve bi şopandinê tên tacizkirin. Bi tayyînkirina qayyûmê projeya Dara Jiyanê ya Navenda Jinê û xebatên Nokteyên Firotina Mor û perwerdehiya Kreşa Zarokan a Dayika Taybet hat sekinandin.

Bi tayyînkirina qayyûman hemû xebatên jinan yên şaredariya Artemîtê hat sekinandin. Cigirê Walî Îbrahîm Ozkan wek qayyûm tayînê şaredariya Artemîtê hat kirin. Şaredarî bi toma û wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin. Xebatkarên jin ku ji ber ewlehiyê navê xwe nedan gotin: “Her sibeh wekê ku em bikevin qerekolê xwe hîs dikin. Me û çenteyên me lêgerîn dikin. em rastî taciza polîsan a lênerînê tên. li cihê lêgerînê 2-3 polîsên jin hene.”

Gelek tabele hatin daxistin

Hat destnîşan kirin k udi serî de tabelaya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariyê û gelek midûriyetên din hatine daxistin û hat gotin ku wê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan jî bi Midûriyeta Çandê re bikin yek.

Şaredariyan wesfa şaredariyê winda kir

Wekîla şaredariya Artemîtê Nurhayat Çelîkê bertek nîşanê daxistina tabelayê û sekinandina xebatên jinan da û got: “Ya hatiye kirin êrîşa li dijî jinê ye. Qayyûm ji bo meşandina xebatê nehatiye. Berovajî vê xebat sekinandine. Şaredariya wesfa xwe winda kiriye. Vezîfeya qereolê dike. Personel û welatiyên tên şaredariyê tên lêgerînkirin.”

Nurhayatê di berdewamiyê de da zanîn ku feraseta şaredartiya wan ne ewe û got wan xebatên jinan meşandine û got: “Jinan pirsgirêkên xwe bi hevkariya civaknas û psîkologên çareseriyê çareser dikir. Xebatên şaredariyê ne tenê paqijî û îmare. Ji xebatkarê mêr ne pêkane.”

Veguhertine qerekolan

Nurhayatê destnîşan kir ku piştî qayyûm hatine tayînkirin şûnde şaredarî veguhertine qerekolan û şaredarî ji feraseta xizmeta ji bo gel dur ketiye. Nurhayatê got mixabin niha li ber derî wesayîtên zirxî hene û bûye saziyeke ku ji gel ditirse.

Nurhayatê wiha got: “Me di hemû xebatên xwe de jin esas digir. Me li taxan ji bo jinan semîner dida. Me semînerên tenduristiyê didan. Her wiha piştî qayyûm hatin di qedexeyên ku anîn de di serî de li bêtehemuliya xwe ya li dijî zimanê Kurdî nîşan dan. Hemû tabelayên Kurdî rakirin.”

Nurhayatê di dawiya axaftina xwe de got ew wê şopdarên xebatên ku têkildarî jinan de dimeşandin, bin û got çi dibe bila bibe wê bibin projeya xwe bişopînin.

(hu)