‘Azadiya Rêberê me azadiya me ye’

10:25

JINHA

WAN - Jinên di çarçoveya kampanya KJA'yê ya “Ez li Rêberê xwe axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" yên li Wanê xebatê dimeşînin, diyar kirin ku, heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û gotin: "Azadiya Rêberê me azadiya me ye.”

Kongreya Jinen Azad (KJA) di 5'ê Tebaxa 2016'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiye starta kampanya "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" da. Starta kampanyayê li Amedê hat dayîn û li bajarên din belav bû. KJA'yê di çarçoveya kampanyayê de biryar girt ku heta 6 mehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û parastina axa xwe xebatên cur be cûr bimeşîne. Jinên ku di çarçoveya kampanyayê de li Wanê dixebitin diyar kirin ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe ew ê xebatên xwe bimeşînin.

‘Heya dawiyê em ê têbikoşin’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya bilêv kir ku ji bo xebatên wan ên kampanya 4 meh mane û ew ê 4 mehan de kampanyaya xwe bi hêz berdewam bikin û wiha axivî: “Serokê me maf daye me jinan. Em jin jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê li peyî azadiya Rêberê xwe biçin. Em ê çalakî û xebatên xwe ji bo azadiya Rêberê xwe kolan kolan bimeşînin. Em ê xwedî li kampanyayê derkevin. Kes nikare roja me tarî ke. Walî her tim astengiyan derdixe, em li gorî biryarên walitiyê biçin, em nikarin ji malên xwe derkevin, ji bo wê jî em biryarên wan nasnakin.”

Zekiyê bertek nîşanî îşkenceya ser cenazeyê endama YJA STAR’ê Saîme Avaşîn (Avaşîn Gabar) pêk hatî dan û got: “Divê kesên îşkence pêk anîne bi lezgînî bên darzandin. Em wan û hişmendiya wan şermezar dikin. Ew keçên me ne û em ê xwedî li wan derbikevin.”

‘Em biryarên wan nasnakin’

Behîce Abî jî diyar kir ku ew qedexe û astengiyên dewletê nasnakin û heya bigîjin encamê dê xebatên xwe berdewam bikin. Behîce xwest hemû jin xwedî li kampanyayê derbikevin û wiha domand: “Em biryar û astengiyên wan nasnakin. Çi bêjin jî dê kampanyeya me bi hêz berdewam bike. Rêberê me 17 sale girtî û dibêje ‘Ez têkoşînê ji bo jinên kurd dimêşînim’ ji bo wê em jinên kurd jî dê xwedî li Serokê xwe derbikevin. Heya Serokê me azad nebe jin azad nabe.”

Behîceyê jî li hember îskenceya ser Saîmayê hati kirin bertek nîşan da û anî ziman ku bi salane têkoşînê li hemberî hişmendiya mêran berdewam dikin û dê heya dawiyê jî bidomînin.

‘Kampanya heya serketinê dê berdewam bike’

Sengûl Aci jî diyar kir ku 2 meh berê kampanya hat destpêkirin û hevdîtina jinan hat lidarsxistin. Sengûl da zanîn ku ew dê heta 4 mehên din xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Bi salane dewlet astengî ji bo me derdêxe. Ev nayê wê wateyê ku ji ber astengiyên dewletê em ê gav paşve bavêjin. Di vê pêvajoyê de rolê herî mezin li ser milê me jinan e. Em ê ji bo Serokê xwe her tiştî bikin. Kampanyeya ji bo Rêberê me azadî heya dawiyê ji bo me giringe û em ê li gora wê giringiyê tevbigerin. Heya serketinê kampanyeya me dê berdewam bike.”

(hk-db/zt)