32 şervanên jin bi merasîmek leşkerî perwerdehiya xwe bi dawî kirin
10:58
JINHA
HESEKÊ- Akademiya Şehîd Arîn dewreya leşkerî ya yekemîn ku di bin banê QSD'ê de destpêkiribû, bi merasîmeke leşkerî bidawî kir.
Li bajarê Hesekê di bin bana Akademiya Şehîd Arîn ya QSD'ê de dewreya perwerdehiyê ya bi navê Şehîd Arîn bi merasîmek leşkerî bi dawî bû. Dewreya ku ji 32 şervanên jin ên tirkmen û ereb pêk dihat bi coşek mezin dawî li dewreya xwe anîn. Di merasîmê de fermandar û şervanên QSD'ê, serokê eşîreyên Şedadê û dayikên şervanên cangorî amade bûn. Fermandara QSD'ê Sarya Evîndar bi dawîbûna dewreya leşkerî ya jinan pîroz kir û da xuyakirin ku rolê jinê di qada şer de ji bo azadiya welat diyarker e.
Saryayê di berdewama axaftina xwe de got :"Pirsgirêka jinan bê ku nasnameya netewî ferq bike, wek hev e. Jin tim wek kole tê dîtin. Lê em divê vê biguherin. Ev dewre beriya du mehan bi daxwaza jinan hat destpêkirin."
Saryayê bal kişand ser êrîşê çeteyên DAIŞ û berxwedaniya li hember wê û wiha domand: "Ev dewre ji bo me bû ezmûneke baş. Bi vê dewreyê re em wek QSD-Jin dibin xwedî îradakeyeke xurt ku êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bişkênin û welatê xwe azad bikin. Ev ji bo parastina axê û parastinê jinê girîng e."
Di dawiya merasîmê de şervanên jin ên dewreyê kom bi kom derketin û soza xwe dan û paşê govend gerandin û serokên eşîrên Şedadê û dayikên şervanên cangorî ew tebrîk kirin.
(ee-ls/en/rc)