Atolyeya Jinê ya Hêvî ji aliyê qayûmê ve hat girtin
11:31
Îlon
29
/ 2016
JINHA
ÊLIH- Atolyeya Jinê ya Hêvî ku di bin banê Şaredariya Êlihê de bi hezaran jin perwerde kir, ji aliyê qeyûm ve hat girtin.
Li Êlihê Atolyeya Jinê ya Hêvî ya ku di 2'yê tîrmeha 2011'an de hate vekirin û bi hezaran jin li vir kurs dîtin ji aliyê qeyûmê ku hate tayînkirin ve hat girtin. Ekîbên şaredariyê yên ku serê sibehê hatin atolyeyê gotina "eşyayên xwe kom bikin vê derê digirin" bi kar anîn.
Roja borî jî li Êlihê 4 Malên Gel û ku xebatên çand û hunerê didan meşandin ji aliyê qeyûm ve hatibûn girtin.
(rc)