‘Ser çapemeniya azad darbe’
12:50
JINHA
AMED - DBP’ê li ser girtina 10 TV û qenalên radyo yên mûxalîf, daxuyaniyek nivîskî weşand û girtina wan şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, girtina Azadî TV, Denge TV, Hayatin Sesî TV, Jiyan TV, TV 10, Van TV, Zarok TV, Ses Radyo, Dunya Radyo, Yon Radyo darbeya li çapemeniya azad e û hat gotin, Zarok TV yekane qenala bi Kurdî ji bo zarokan weşanê dike û Jiyan TV jî yekane qenala televîzyonê ya bi zaravayê Dimilkî weşan dikir, bûn. DBP'ê da zanîn, ku TV 10 jî li ser çand, kevneşopî û jiyana civaka Elewî weşana xwe dikir got, "Ev biryar, darbeyek li azadiya çapemeniyê û mafê agahîwergirtinê yê civakê hatiye xistin e."
(zt)