‘Girtina Zarok TV trajikomîke’

13:12

JINHA

AMED – Di nava qenalên televizyonan ên bi Hikmê Qanûnê hatine reşkirin de qenala zarokan Zarok TV jî heye. Koordinatora Weşana Giştiya televizyoka ku zarok eleqeyek mezin nîşan didin Dilek Demiral diyar kir ku ji dema dest bi weşanê kirine heya niha tenê carekê jî ‘ecazê şiyariyê’ ji bo wan nehatiye.

Di nava qenalên televizyonê yên bi KHK’ê duh êvarî hatine girtin de ya herî balkêş qenala zarokan Zarok TV ye. Hemû kesîmên li hember êrîşên ser Zarok TV bertek nîşan didin diyar dikin ku ev bê tehmuliya li hember kurdbûn û zimanê kurdiye. Koordinatora Weşana Giştiya Dilek Demiral jî got: “Dê parêzerên me serlêdanên pêwist bikin. Heya niha şiyariyek nehatiye, hêvidarim ku ev şaştiyek be.”

Dilek destnîşan kir ku ji dema wan dest bi weşanê kirine heya niha tenê şiyariyek jî ji bo wan nehatiye û wiha domand: “Dema ku em ji bo girtina Zarok TV li RUTK’ê geriya diyar kirin ku biriyar girêdayî KHK’ê ye. Ji xwe girtina Zarok TV buyerek trajikomike, pişta xwe didin kijan sedeman û digirin. Heya ji destê me dihat, li gel mirovên di mijarê de hakim me dan û sitandin dikir û wiha weşana xwe berdewam dikir. Tenê sedema girtinê ji ber bi kurdi weşanê dike.”

Dilek bilêv kir ku temaşevan dikarin ser navnîşanên "Zaroktv.com.tr" yan jî "Zaroktv.org" xwe bigihînin Zarok TV yê.