Şervanên jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn
15:33
JINHA
AMÛDÊ- Desteya Şehîdan a Kantona Cizîrê li bajarê Amûdê, bi armanca bîranîna şervanan bajarê Amûdê yên ku di meha îlonê de jiyana xwe ji dest dane merasîma bîranînê li dar xist.
Li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê Desteya Şehîdan bi armanca bîranîna şervanên ku di meha îlonê de li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane merasîmek li dar xist. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên saziyên bajêr, Saziya Malbatên Şehîdan, şervanên YPG, malbatên têkoşeran û endamên Asayişa Gel jî amade bûn.
Di serî de rêz hate girtin. Hevseroka Desteya Şehîdan Fatma Tahir axaftin kir û girîngiya têkoşîna ji bo azadiyê û bedelên di vê rêyê de tê dayîn anî ziman. Paşê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: "Hemû serkeftinên îro berhema keda şehîdan e ku wan bi xwîna xwe bi dest xistin. Wan çete û dijminên mirovahiya ji vî welatî derxistin. Em deyndarên wan in, em ê tim û tim şopdarên wan bin."
Endama Kongreya Star Selma Xalid jî axivî û wateya meha îlonê û pêşengên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anî û girêdana bi rêya wan re anî ziman.
Merasîm bi xwendina navên kesên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane û berzkirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(rh/en/rc)