Komeleya Mewedê şahiyek ji bo zarokan li darxist

17:13

JINHA

HESEKÊ- Komeleya Mewedê ji bo zarokên ku sê mehe perwerdehiyê dibînin û bi dawî kirin şahiyek organîze kir.

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Komeleya Mewedê ya ku bi armanca başkirina derûniya zarokan bi piştevaniya UNICEF'ê hatî dest pê kirin, îro bi şahiyek bi dawî bû. Zarokan di şahiyê de stran bi zimanê kurdî û erebî stran û her wiha govend gerandin. Di şahiyê de Endama Komeleya Mewedê Ferîha Mihemed diyar kir ku, armanca wan başkirina derûniya zarokane û da zanîn ku li bajêr 5 navendê wan hene û endamên di komeleyê de cih digrin tev beşa civaknasiyê xwendine.

Di dawiya axaftina xwe de Ferîha spasiya hemû kesên ku di vê şahiyê de amade bûn jî kir û ji zarokên ku perewerdeya xwe dawî kirine re serketin xwest û anî ziman ku dê perwerdeyên wan ji bo zarokan berdewam bike.

(ls/en/rc)