Polisan ser navenda Van TV de girtin - HATE NÛKIRIN
17:22
JINHA
WAN – Van TV’ya ku piştî weşana wê hat rawestandin, li gel karmendên darayî polîsên sivîl yên ku bi ser wê de girtin, weşana televîzyonê ya li ser înternetê qut kirin.
Polîsên sivîl yên ku li gel armendên darayî, bi ser Van TV’ya ku li ser TURKSAT’ê weşana wê hat rawestandin de girtin, weşana televîzyonê ya li ser înternetê jî qut kirin. Polîs û karmendan paşê amûrên teknîkî yên li qenalê jî tomar kirin. Li hundirê avahiyê hîn jî polîs û karmend rawestiyane û hat diyarkirin ku dê deriyê TV’yê bê mohrkirin.
Dema ku xebatkarên Van TV yê xwestin tiştên di hindirê avahiyê de derxînin, memurê maliyê lîsteya tiştên girêdayî Van TV yê xwest.
Xebatkarên Van TV yê bi zorê derxistin derve û hat zanîn ku dê mohrê li deriyê Van TV yê bixin. Di navbera xebatkarên Van TV û polisan de rageşî derket.
Li aliyê dinê rojnamegerên xwestin dîmen bigirin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Di nava avahiyê de lêgerîn berdewam dike.
(zt)