Mohr li deriyê Denge TV jî xistin

20:57

JINHA

ÊLIH – Denge TV û Bîrlik Medya TV’ya li li Êlihê weşana xwe dikirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiya wan de girtin û deriyê avahiyê mohr kirin.

Denge TV’ya ku li Êlihê weşana xwe dikir û ekrana wê bi KHK’yê hat reşkirin, polîs û karmendên darayî bi ser avahiya wê de girtin û piştî hejmar û lêgerîna du saetan deriyê avahiya televîzyonê mohr kirin. Karmendên darayî li avahiya televîzyonê amûrên sereke û ekîpmanên teknîkî tomar kirin û li gel vê li ser deriyên studyo, montaj û depoyan nivîsa RTUK’ê biryara girtinê li ser deriyan xistin û mohr kirin. Her wiha weşana zindî ya qenalê jî hat desteserkirin.

(zt)