Nasnameya zarokê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da diyar bû

08:27

JINHA

ŞIRNEX – Hat diyarkirin ku navê zarokê duh bi şev li Girtîgeha Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Cegerxwîn Akdenîz e.

Duh bi şev li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê serîhildan derketibû. Heta niha hîn jî rayedarên dewletê û rêveberiya girtîgehê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane. Li gel vê aşkere bû ku zarokê duh li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye Cegerxwîn Akdenîz ê ji Amedê ye. Di serîhildanê de li gel Cegerxwîn zarokekî din jî bi giranî birîndar bûye,, lê heta niha navê wî nehatiye zanîn û hîn jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin û hat diyarkirin ku rewşa wî giran e.

Her wiha tê payîn ku dê sibê malbata Cegerxwîn a ku li Mêrsînê dijî were Şirnexê û cenazeyê zarokê xwe wergirin.

(kom/zt)