Deriyê Radyoya Ozgur Guneş ê jî mohr kirin
08:37
JINHA
MELETÎ - Radyoya Ozgur Guneşê a ku li Meletiyê weşana xwe dike jî bi biriyara KHK yê hat girtin.
Li Meletiyê, bi hinceta KHK’ya 668 nimreyî ya piştî îlankirina OHAL’ê hat derxistin, di nav gelek qenalên televîzyon û radyoyên ku weşana wan hat rawestandin û hatin girtin de, Radyya Ozgur Guneşê jî cih girt. Rayoya Ozgur Guneşê ya ku li Meletiyê bi piranî weşana xwe bi kurdî dike, di saetên êvarî de rastî serdegirtina polîsan hat. Polîsên ku ser radyoyê de girtin weşana wê rawestandin û amûrên sereke yên li radyoyê tomarkirin û deriyê avahiya radyoyê mohr kirin.
Hat zanîn ku radyo du sal e weşanê dike û heta niha ji aliyê RTUK’ê ve rastî ceza nehatiye.
(zt)