ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00


*Jinên ku êşên mezin jiyane, pêşengiya xebatên şoreşê dikin û pirsgirêkên civakî çareser dikin.

*Zarokên Amedê nêrazîbûnên xwe nişanî reşkirina Zarok tv dan û diyar kirin ku ew naxwazin tv’ya wan bê girtin.

*Jinên ku piştî şoreşê di qadên aborî de cih girtin diyar kirin ku, bi tevlîbûna xwebatê jiyana wan hatî guhertin û gotin ku êdî ew debara xwe bi xwe pêk tînin.

*Bi nêzîkatiya mehên zivistanê re bi armanca piştgiriya gelê Nisêbînê, jinên navçeya Artukluyê bernameya mehekê derxistin û hedef dikin ku xwe bigihînin hezar malbat û zarokan.

*Jinan li Bîrecîkê erd kirê kirin û sebze çandin. Jinan hilberîna komunal esas girtin û ji çandiniyê heta firotinê di her astê de cih digirin.

*Cigira Serokê Giştî ya CHP’ê Zeynep Altinokê diyar kir ku piştî qayyûm tayînê şaredariyên DBP’ê hatiye kirin, îradeya gel hatiye xespkirin û got divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê dayîn.

*Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê Havva Karahanci bertek nîşanê ji kar girtinê ya kedkarên perwerdê û zextan da û got: “Ger hewce be emê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Em mafdarin. Emê qezenc bikin.”

*Li Amedê Turnuvaya Basketbolê ya Kolanê ku îsal ya duyemîn pêk tê, jinên sporîst yên tevlî bûne diyar kirin ku faliyetên bi vî rengî jinan dikişîne qadan.

*Jinên esnafên nava bazara Wanê li hemberî girtina Van Tv yê bertek nîşan dan û gotin: "Baweriya me bi TVyên tirkan nîne û em rastiyan ji Van Tv’ yê temaşe dikin.”

*Jinên êzidî têkîldarê encama 2. konferansa jinên Şengalê de nirxandin kirin û gotin: "Jinên êzidî li kur be wê ewder bibe cihê têkoşînê."