Jin ji bo Nisêbînê banga amadekariya zivistanê dikin
09:08
JINHA
MÊRDÎN – Bi nêzîkatiya mehên zivistanê re bi armanca piştgiriya gelê Nisêbînê, jinên navçeya Artukluyê bernameya mehekê derxistin û hedef dikin ku xwe bigihînin hezar malbat û zarokan.
Bi armanca piştevaniya gelê Nisêbînê ku qedexeya derketina derve û dorpêç jiyan, bi nêzîkbûna mehên zivistanê re hewcedarî ji nûve tên tespîtkirin. Bi hatina zivistanê re gel Nisêbîn terk nekir û li konan, malên şînê, bodruman bi cih bûn. Her wiha yên çûn jî li cihên nêz bi cih bûn. Hewcedariyên wan bi zivistanê re dertên holê. Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozanê diyar kir ku jin hatine cem hev û ji bo wan konserve, pêlavên zivistanê, cil û berg û betaniyan wê peyda bikin û got: “Me hejmara hezarî daye ber xwe. Her çiqas qayyûm ji bo şaredariya Nisêbînê bê tayînkirin jî emê bi hevkariya hevşaredar û endamên meclîsê xebatan bimeşînin.”
‘Piştevanî girêdayîne’
Sevînçê di berdewamiya axaftina xwe de got piştî qedexeya 134 rojî şûnde gelê Nisêbînê vegeriyane malên xwe, lê bi hilweşînê re rû bir û hatine. Piştî vê hilweşînê xebatên şaredarî û saziyên me hene. Jinên li Artukluyê dijîn jî din ava piştevaniyê de cih girtin. Piştevanî girêdayîne. Hewcedariya herî zêde di van rojan de hevgirtine. Kursiyerên Navenda Jinan a Çîçekê, jinên taxê û hevalên me bi hev re xebatek komunal meşandin. Me di navbera xwede pere berhev kirin û toneke firingî û îsot girt. Me xebata konserveyan meşand. Em hedef dikin ku xwe bigihînin hezar malbatî.”
‘Em ji gelê xwe piştigriyê dipên’
Sevînçê anî ziman ku xebata mehekê dane berxwe û got her hefte bi xebateke komunal a cuda ji hewcedariyên gel re dibin bersiv. Sevînçê da zanîn ku wê ji bo zarokan pêlav û mont bistînin û got banga piştgiriyê kir.
(kom/hu)