Jinên esnafên Wanê: Em Van TV ya xwe dixwazin

09:20

JINHA

WAN - Jinên esnafên nava bazara Wanê li hemberî girtina Van Tv yê bertek nîşan dan û gotin: "Baweriya me bi TVyên tirkan nîne û em rastiyan ji Van Tv’ yê temaşe dikin.”

Hikûmeta AKP piştî civîna Lijneya Ewlehiyê Neteweyî der barê 20 radyo û televîzyonan de biryara girtinê da. Piştî girtina radyo û televîzyonan, bertek û ne razîbûn jî zêde dibin. Jinên esnaf ên bazara Wanê jî gazinc û nerazibûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, ew her tim nava rojê de Van Tv temeşe dikin û baweriya wan bi Tv’yên tirkan nîne.

‘Bi reşkirinên Tv’yan nagihijin armanca xwe’

Jina esnaf a bi nafê Ayfer Akdag gazincên xwe yên ji bo reşkirina Van Tv’yê wiha anî ziman: “OHAL tenê li ser kurdan disekine. Niha OHAL ê ser Tv’yên me berdewam dikin û reşdikin. Heya mamoste jî ji peywirê hatin girtin niha jî dest danîn li ser TV’yên me. Em vê qebûl nakin. Armanca wan ew e ku em nûçeyên rast temaşe nekin. Çi astengiyan bikin jî em ê li hemû deran rastiyan temaşe bikin. Bi reşkirina Tv yê armanca wan pêk nayê. Bila Turksat jî daxuyaniyek fermî bide û em sedem û armancên wan bizanin.”

‘Armanca wan reşkirina rastiyane’

Hanîfe Guzel jî reşkirina TV yan şermezar û got: “Em gel ê Wanê Van Tv’ya xwe temaşa dikin. Em esnaf hemû agahiyan li ser Van Tv’yê digirin. Armanca wan reşkirina rastiyane. Bila bizanin ku hemû gel rastiyan dibinin û dizanin. Ez bang li hemû gel dikim, bila xwedî li Tv’yên xwe derbikevin. Îro weşanên Tv yan asteng kirin sibê jî dê li ser gel zêdetir tindiyan bikin.”

‘Ez van biryarên wan şermezar dikim’

Fazîle Tîmûr a li Bazara Giştî a Rojhilat dixebite jî nerazibûnên xwe wiha anî ziman: “Ez biryarên wan şermezar dikim. Em ji Tv’yên tirkan bawer nakin. Her çiqas Tv’yên me reş bikin jî, em dizanin yên rast çine. Tu caran jî Tv’yên tirkan temaşe nakim. Bawerîya me bi Tv’yên me heye.”

(hk/zt)