'Jinên êzidî li kur bin wê ewder bibe cihê têkoşînê'

10:06

Pakîze Xelîl-Delîla Axî/JINHA

ŞENGAL- Jinên êzidî têkîldarê encama 2. konferansa jinên Şengalê de nirxandin kirin û gotin: "Jinên êzidî li kur be wê ewder bibe cihê têkoşînê."

2.yemîn Konferansa jinên êzidî di 25'ê Îlonê de bi tevlîbûna 300 delegeyên jin li çiyayê Şengalê pêk hat. Yek ji delegeyên tevlî konferansê bûye Endama Meclîsa Jinên şengalê Xoxê Cindî ye. Xoxê diyar kir ku wan 1'mîn konferansa xwe jî li çiyayê Şengalê pêk anîne û wiha got: "Îsal jî 2.yemîn konferansa me bi tevlîbûna 300 jin pêk hat. Mijarê herî sereke ya konferansê riya rizgarkirina jinên ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtîne."

'Jinên êzidî wê êdî li ser axa xwe bi rêxistin bikin'

Xoxê qala dîroka berxwedaniya jin kir û wiha domand: "Jinên êzidî berî hezaran sal bûne sembola berxwedaniyê û serkeftinê. Mînak Xatuna Fexra, dayê Zero, Stiya Nasra û hwd. bi saya van jinên êzidî asta rêxistinbûnê bilind dibe. Em ê bi hêza wan li ber xwe bidin heta em dayik û xwişkên xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin dê têkoşîna me bidome. Di vê konferansê de me, wek jinên êzidî me biryara rêxistinbûna xweser girt û ala jinên êzidî bi dilxweşiyekê mezin derxist. Ala me dê bibe sembola têkoşîna jinên êzidi. Ez vê alê li tavahî jinên êzidî pîroz dikim. Jina êzidî li kur be ew der wê bibe cihê têkoşînê. Jina êzidi êdî wê xwe li ser axa xwe bi rêxistin bike.

'Tevgera jinên êzidî bersiva dijminê mirovahiyê ye'

Fermandara YJŞ'ê (Yekîneyên Jinên Şengal) Jiyan Êzidîxan bi lêv kir ku, jinên êzidî roj bi roj rêxistinbûna xwe berfirehtir dikin û wiha axivî: "Jinên êzidî hêza xwe mezin dikin, tevgara xwe ava dikin, bi taybet jî jinên êzidî yên li çiyayê Şengalê gihiştine asta ku xwe bikin tevger û xwe bi rêve bibin. Ev yek jî nîşaneya bi hêzbûna jinên êzidî dide diyar kirin. Bi rêxistinin. Di destpêkê de meclisa jinên êzidî hate avakirin. Piştî meclîsa xwe ava kirin xwe hîn bêhtir rêxistin kirin. Bi rêxistinbûnê re em dikarin dayik û xweşkên xwe yên di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne rizgar bikin. 2.yemîn konferansa jinên êzidî em li tevahî jinan pîroz dikin. Tevgera jinên êzidî bersiva dijminê mirovahiyê ye."

'Konferans ji bo rêxistinbûnê girîng bû'

Leyla Seydo jî destnîşan kir ku, kombûna ewqas jin coş û kêfxweşiyek mezin daye avakirin û ev tişt got: "Ji bo berfirehkirina rêxistinbûnê konferans girîngbû. Em dayik û xwişkê xwe ji destê dijmin rizgar bikin û carekêdin bi fermanekê re derbas nebin. Me di konferansê de biryar da ku xebatê xwe berfirehtir bikin. Di heman demê ji bo bibe sembola jinên êzidi, me xwest ala jinên êzidi avabikin. Ji bo ku jin di bin siya ala jinên êzidi de xwe bi rêve bibe. Em li ser wan pêwistiya, di konferansê de, bun tevger."

(rc)