Li Rimêlan Sîstema Federal tê nîqaşkirin

11:49

JINHA

RIMÊLAN- Di bin dirûşmeya"Federaliya Demokratîk Misogeriya Yekîtiya Sûriyê ye" Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk ya Sûriyê dest pê kir.

Li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê, Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk ya Sûriyê, bi tevlîbûna 200 kesan ku ji nûnerên partiyên siyasî yên Rojava PYD, Partiya Çep, Partiya Suryan, herwiha opozîsyona Sûriyê, pêkhateyên Sûryan, ereb û hwd. lidar dikeve. Dê ev civîn heya du rojan bi nîqaş û semînerê cûrbecûr bi rojeva sîstema Federal berdewam bike.

Komxebat piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham axivî. Himêdî bixêrhatina mêvanan kir û hêviyên xwe ji bo aramî û aştiya gelan li herêmê anî ziman û wiha got: "Em dixwazin bi sîstema Federal Demokratîk di Sûriyeke demokratîk de bijîn."

Piştre endama komîteya amadekar û endama Meclîsa Damezirîner a Federal Demokratîk Foza Yûsif axaftineke berfireh kir. Fozayê diyar kir ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û wiha got: "Em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Her hêz li gor berjewendiyên xwe tev digere. Bi taybet jî divê were zanîn dewleta Tirkiyeyê li beramberî tevahiya gelê Sûriyeyê şer dike. Çeteyên DAIŞ'ê jî tu projeyeke wan ya siyasî tune ye, ew tenê gelan qir dikin. Yên çeteyan didin bikar anîn jî hêzên serdestin."

Fozayê her wiha bal kişand ser sîstema Federal Demokratîk û wiha domand: "Sîstema Federal hemû gelên Sûriyeyê temsîl dike û divê were zanîn ji bilî gelê Sûriyeyê dê kesek û tu hêz nikaribe pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike. Li rojavayê Kurdistanê jin û xortên ciwan ne ji bo netewperestiyê, ji bo jiyaneke azad û pêşerojeke azad têkoşîn dikin."

Di berdewamiya civînê de peyamên ku ji bo civînê hatine şandin hate xwendin. Dûvre Rêveberê Pariya Suryan Besam Îshaq û paşê jî Rêveberê Partiya Guhertin û Pêşxistin Mistefa El Qelecî axivîn.

Civîn dewam bike…

(kom/rc)