Doza Nûçegihana DÎHA yê Şermîn Soydan despêkir

12:37

JINHA

COLEMÊRG - Doza nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeyên xwe bi cezayê muebetê tê darizandin dest pê kir.

Rûniştina doza Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê ya Colemêrgê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeya "Vaye belgeyên nepenî yê operasyonên Geverê " di 14'ê Gulanê de hat girtin û doz lê hat vekirin, dest pê kir. Doza Şermîn Soydan li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. Nûçegîhana DÎHA yê Şermîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Erziromê girtî ye bi rêya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Şermîn bi perçekirina dewletê ji cezayê muebetê tê darizandin.

(zt)