Jinên êzidî bertek nîşanî civîna PDK'ê dan
12:42
Dilvîn Murad-Delîla Axîn /JINHA
ŞENGAL - Jinên Şengalê diyarkirin ku derketikna hêzên HPG/YJA-Starê ji Şengalê ne hêsane û gotin ku, tu hêz dervî gelê Şengalê nekare biryara derketina PKK'ê ji axa Şengalê bide.
Di 28'ê îlonê de rayedarên PDK'ê, Fermandarê Tabûra pêşmergeyên PDK’ê Emir Fuce û bi serpereştiya Qasim Şeşo li Şerfedîn civiyan. Armanca sereke ya civînê jî sorkirina gelê êzidî ya li hemberî gerîlayên HPG û PKK’ê yên di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê de di hewara gelê êzidî de çûn û pêşî li qirkirina gelê êzidî girtin. Jinên êzidî bertek nîşanî hewildanên PDK'ê dan û diyar kirin ku ya ku pêşiya fermanê girtî PKK'ê bû. Berdevka Tevgera Jinên Êzidîxanê Neham Eîlas anî ziman ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ya ku ji bo rizgarkirina gelê êzidî şervanên HPG/YJA-Starê xwîna xwe rijandine û got: "Em wakî jinên Şengalê qabûl nakin ku PKK'ê ji Şengalê derkeve. Dijmin dixwaze rê li pêşiya fermanek din veke û ev civîn jî bi aweyek plankirî hatî li dar xistin."
'PKK'ê pêşî li fermanê girt'
Neamê bal kişand li ser berî ku PKK'ê were Şengalê û wiha domand: "Barî fermanê PKK'ê ne li Şengalê bu me dît kî digot em ê gelê Şengalê biparêzin û em firotîn! Em zanin xiyanat kirî kî bu. Me dît kî rê li pêşiya fermanê girt, em rizgar kirin. PKK'ê axa Şengalê bi xwîna xwe av de. Ji roja fermanê heta niha li bar xwe didin li ser vê axê. Ligel şert û mercên giran jî PKK'ê gelê Şengalê diparêze. Rojek be jî Babê Şêx , Tehzîn beg, Mîrê Şêxa serdana gelê Şengalê nekirin. Îro tên civîn pêk tînin û biryara derketina PKK'ê digrin."
Neamê bi lêv kir ku, kesên civîn girtine çima ji bo tola jinên di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî de biryar nagirin û wiha pêde çû: "Tên dibêjin bila PKK'ê ji Şengalê derkave. Derkatina PKK'ê ji Şengal ne hêsane."
'Pêşmerge bi êrîşa çeteyan re gel terkî qirkirinê kirin û reviyan'
Endama Yekîneya Jinên Şengalê Cîhan Bêrîvan diyar kir ku, pêşmerge bi êrîşê çeteyan re Şengalê terk kirin û ne parastin û wiha axivî: "Qaşo pêşmerge parastina Şengalê dikirin. Bi êrîşa çeteyan re gel terkî qirkirinê kirin û reviyan. PKK'ê parastina gel kir. Gelê me yê êzidî di destê dijmin de hêlan. Bi hezaran dayîk, jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin dîlgirtin. Hîna jî em eqûbeta gelek jinan nizanin çiye. Em ê vê yekê di tevahî dîroka xwe bîr nekin û herdem ew dîmen li ber çavê me zindiye."
'Li çiyayê Şengalê hêza me yê parastinê heye'
Cîhanê da zanîn ku, gelê Şengalê di zanabûna biryarê ku girtine û wiha pêde çû: "Ev kesên ku çûne biryarek wiha di dema fermanê de ne li virbun. Îro radibin û li ser navê gelê me yê ewqas zor zehmetî jîne biryar digrin. Em tev dizanin ger ne PKK'ê ba ew ê gel rizgar nebin. Rewşa gelê me niha ji demê borî baştire, ewlehiya jiyana me heye. Em li çiyayê Şengalê ne û hêza me yê parastinê ya leşkerî heye û di her warî de perwerde kiriye." Cîhanê her wiha banga hişyariyê li gelê Şengalê kir û wiha berdewam kir, "Divê gel li hember listokan hişyarbin. Li ser me hesabên mezin hene. Em bi destê xwe rê li ber fermanek din venekin. Hebûna bi saya PKK'ê ye. Em heya saxbin em ê vê yekê bîr nekin. Em deyndarê şervanên ku ji bo parastina gel xwîna xwe rijandine."
'Ger rûmeta wan heba wê biryarek wiha negirtibana'
Ciwanê bi navê Seîd Dexîl jî wiha got: "Derketina PKK'ê ji Şengalê, ji bo me xeteriyek mezine. Bila tu kes ser navê me biryarê nede. Wan em firotin îro jî radibin di axivin şerme ji wan re. Çima qala bê rumetiya xwe nakin? Bi hatina PKK'ê re gelê me yê êzidî nefes girt. Bi hatina hevalan re civaka me ya belav bibû cardin li hev kombû. Hevalan li vir berxwedanî û fedekariyek pir mezin ji bo me kirin û ji bo jinek din nekeve destê DAIŞ'ê heya dawî di çeperan de berxwedan. Pêwist nake ku em pir baxivin rastî li ber çave. Bila werin li Goristana Şehîd Berxwedan Dilgeş meyze bikin çiqas rê hevalên me Şehîd ketine. Eger rûmeta wan hebe wê biryarên wiha negirtiban. Ez bang li tevahî gelê meye welat û dervey welat dikim ku bila werin li ser axa xwe li xaka xwe xwedî derkevin. Ji ber ti tişt ji axa mirov bi rûmetir tineye. Ger jiyanek hebe bila mirov li ser axa xwe jiyan bike. Ji ber bingeha mirov ya herî mezin axa mirove. Dema ku ax hate binpêkirin wê demê rûmeta mirov jî tê binpêkiirin ."
(rc)