'Tirkiyeyê li ser sînor tewanên mirovahiyê dike'
13:35
Civîn Girbawî-Aya Hejar/JINHA
QAMIŞLO- Endamên Mala Jinê komkujiya dewleta Tirkiyeyê li ser sînorê Serê Kaniyê wek tewana mirovahiyê nirxandin û bang li gelê Rojava kirin ku li dijî van kiryaran bêdeng nemîn in.
Roj nîne ku dewleta dagirker ê Tirkiyeyê li ser sînor hemwelatiyeke ji Rojava qetil neke. Di 27'ê îlonê de malbata Şaha Cedan ya ku ji 7 kes pêk dihat li nêzî gundê Nestilê yê 60 km. dikeve başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê, dema dixwestin derbasê bakûrê Kurdistanê bibin, leşkerên dewleta Tirkiyeyê ser sînor gule reşandin. Di encama gule reşandina leşkeran de 7 kes ji malbatê hat qetilkirin. Cenazeyê Şaha Cendan, Xelef Ehmedê 4 salî û Şehed Mecîdê 2 salî ji aliyê şervanan ve hate girtin, lê hîna 4 roje cenazeyên din ser sînor tên ragirtin û leşker li ser kesên nêzîk cenazeyan dibin jî gule direşîne Li hember hovîtiya leşkeran endamên Mala Jinê ya Qamişlo nerazîbûneke tund nîşan dan û gotin divê gelê Rojava li hember van kiryaran bêdeng nemînin.
Divê ev hovitiya dewleta Tirkiyeyê were tehşîrkirin'
Rêvebera Mala Jinê Îlham Omer destnîşan kir ku,ji destpêka şoreşê heya niha dewleta Tirkiyeyê her roj li ser sînor zarok, jin û kesên temen mezin di nav de bi sedan kes qetil kiriye û wiha got: "Lê ji heman sînorî dewleta Tirkiyê bi sedan çete derbasî Rojava kirin ku êrîşê me bike."Ev komkujiyên dawî ku li ser sînorê Serê Kaniyê hatin kirin û nahêlin ku cenazeyên wan were rakirin, tewana herî mezin e. Em wek gelê Rojava êrîşên li ser gelê xwe yê kurd, ereb anî jî Sûriyan qebûl nakin. Divê ev hovîtiya dewleta Tirkiyê were dîtin û tehşîrkirin."
'Divê gelê Rojava bê deng nemîne'
Endama Mala Jinê Bedîa Emîn jî komkujiya ku dewleta Tirkiyeyê ser sînor pêk aniye bi tundî şermezar kir û ev tişt got: "Em wek jin tucarî qebûl nakin ku Erdogan û çeteyên wî li ser gelê me komkujiyan bikin. Divê gelê Rojava jî bêdeng nemîne û berteka xwe nîşan bide. Herwiha ez bang li saziyên mafên mirovan dikim ku bêndeng nemînin."
'Ev kiryar derveyî mirovahiyê ye'
Endama Mala Jinê Nîzam Nûrî jî wiha axivî: "Ev tewaneke mirovahiyê ye ku li ser sînor malbatek tê qetilkirin û cenazeyên wan jî li erdê dimîne. Dewleta Tirkiyê li ser sînor her roj sivîlan qetil dike. Erdogan dîn û har bûye. Ev kiryar derveyî mirovahiyê ye. Erdogan û DAIŞ yek in û siyaseteke hovane li ser gelan pêk tînin. Em gelê kurd gelek aştîxwazin û komkujiya li ser gelê din jî qebûl nakin. Divê gelê me jî hişyar nêzîk bibe û xwe ji êrîşan biparêze."
(en/rc)