Edîtorên Med Nûçe: Li hember faşîzmê em dengê xwe kêm nakin

13:37

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtorên Med Nûçe, li dijî biryara girtina televîzyona wan gotin ku, ew ê xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derkevin.

Edîtorên televîzyona Med Nûçe, biryara Eutelsatê ya sekinandina weşana televîzyona wan, ji ANF'ê re nirxandin. Ji edîtorên Med Nûçe Pinar Katûrman jî da xuyakirin, ku dema wan nûçe li ser girtina televîzyonên mûxalîf ên li Tirkiyeyê amade dikir, agahiya girtina televîzyona wan gihîştiye ber destê wan û got, "Ev demeke dirêj e em êrîşên faşîzan ên AKP û Qesrê yên li dijî gelê Kurd û dostên wan dixin rojevê. Em bi berpirsyariya xwe radibin. Em ê vê yekê bêrawestan bidomînin."

Pinar da zanîn, Ewropa hiqûqa xwe binpê dike, li dijî gelê xwe sûc dike û wiha dewam kir: "Li gorî qanûnên wan, eger di weşana me de pirsgirêkek hebe divê ji me re ragihînin û hişyariyan bide. Lê belê bêyî ragihandin û hişyarkirinê, yekser biryareke bi vî rengî dan. Ev yek biryareke siyasî û hevparebûna faşîzan e. Çapemeniya azad bêdeng nabe, nikare bê bêdengkirin." Katûrman destnîşan kir, ku weke Med Nûçe ew ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin."


Edîtora Med Nûçeyê Heval Nesrîn Aslan jî got, "Çapemeniya azad nikare werê bêdengkirin. Em ê li pey heqîqetê meşa xwe bidomînin û nûçeyên rast ragihîhin.’’ Heval diyar kir ji berk u ew komkujiyên AKP’ê yên ku li Kurdistanê pêk tîne nîşanî dinyayê didin AKP ji televizyona wan aciz e.

Heval bi bîr xist li Tirkiye û Kurdistanê ev bi salan e şerekî giran heye û wiha dom kir: ‘’AKP li Tirkiyê çapemenî bêdeng kir. Niha ti saziyeke çapemeniyê ya muxalîf nemaye. Çend rojname hene ew jî di bin zext û zordariyê de ne. Yên rajêrî AKP’ê ne. Çapemeniya azad ji wan saziyên li pêş e ku komkujiyên AKP’ê yên li Kurdistanê deşîfre dike, ji bo vê sedemê jî desthilatdarî aciz e. Me dizanîbû ku zextek li ser televizyona me heye. Bi ya me biryara ku Eutelsatê standiye encama van zext û zordariyan e."

(zt)