ÎHD: Bila teskera şer paşde bidin
13:53
JINHA
ENQERE - Welatiyên li ser banga Navenda Giştî ya ÎHD'ê kom bûn, teskereya leşkerî ya Sûrî û Iraqê ku anîn rojeva meclîsê, protesto kirin.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî teskereya leşkerî ya Iraq û Sûriyê ku di 1'ê Cotmehê de bê rojeva meclîsê Tirkiye, li Kolana Yuksela Enqereyê daxûyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan axivî û got ku şerên di dîroka cîhanê de heta niha hatin jiyandin bi rêya hevdîtin û diyalogê hatin çareserkirin. Ozturk diyar kir ku civak êdî naxwaze êşên giran bijî.
Ozturk da zanîn ku hikûmet naxwaze pirsgirêka gel kurd çareser bike û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê naxwaze bi riya demokrasî û aştiyê pirsgirêka gelê kurd çareser bike. Ji ber vê yekê jî her ku diçe şer giran dibe û civak êşên giran dijîn. Ger hûn nexwezin civak êşên giran bijîn û bedêlên mezin bidin demil dest riyên çareseriyê bibînin."
Ozturk destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Tezkereyên şer di sala 2007'an de hat destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Li Tirkiyeyê tezkereyên şer di sala 2007'an de li dijî şerê Irakê hat destpêkirin. Di sala 2014'an de Suriye jî tevli tezkereya şer hat kirin. Her wiha sedema yasamayê ya nû de jî dê 1'ê mijdarê li dijî şerê Irak û Suriyeyê tezkere di parlementoyê de derbas bibe. Lê li gorî madeya maqekanûnê ya 92'yemîn Tirkiye li gor qanûnên navnetyeweyî yên meşru dikare hêzên xwe tevli şerşên derve bike. Lê ji ber vê yekê heta ku destûra Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûn nebe Tirkiye nikare hêzên xwe yên çekdarî bişîne şerên derve. Ger hikûmet hêzên xwe bişîne şer dê makeqanûnan binpê bike."
Ozturk diyar kir ku ew ê wekî parazvanên mafê mirovan ji bo rawestandina şer demokrasî û biratiyê biparêzên û wiha pêde çû: "Hikûmet hemû caran PKK'ê dike hincet û li dijî Suriyeyê û Irakê biryara derxistina tezkereyê dide. Lê em ê jî her tim li hemberî vê biryarê têbikoşin û mafê demokrasiya gel biparêzin. Bi salan e gerîla, leşker û polîs dimirin. Êdî tu kes naxwaze vê rewşê bijî. Ji ber vê yekê rêyên çareseriyê bigerin û bila tu dayik negirîn."
Ozturk herî bi lêv kir ku aştiya Kolombiyayê ji bo hemû cîhanê bû mînak û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî tê zanîn bi salan e di navbera hikûmeta Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê de şer berdewam dikir. Lê herî dawî çend roj berê ji bo aştiyê li hev hatin. Divê Tirkiye ji bo xwe vê wekî mînak bigire û destê biratiyê bide gelê kurd û vî şerî dawî bike. Em jî wekî parazvanên mafê mirovan bang li dewletê dikin bila şûna politîkayên şer dest bi politîkayên aştiyê bikin."
(zt)