Runiştina doza Şermînê hat paşde xistin

14:25

JINHA

COLEMÊRG - Doza nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeyên xwe bi cezayê muebetê tê darizandin hat dîtin doz taloqî 3 yê mijdarê hat kirin.

Rûniştina doza Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê ya Colemêrgê Şermîn Soydan ku ji ber nûçeya "Vaye belgeyên nepenî yê operasyonên Geverê " di 14'ê Gulanê de hat girtin û doz lê hat vekirin, dest pê kir. Doza Şermîn Soydan li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. Nûçegîhana DÎHA yê Şermîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Erziromê girtî ye bi rêya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Runiştina doza Şermînê heya 3 yê mijdarê hat paşde xistin.

(zt)