VIMED ji bo Van Tv'yê daxuyanî da

15:11

JINHA

WAN- Rêveberiya Komaleya Medya ya Interneta Wanê (VIMED) bi boneya muhirkirina Van tv'yê daxuyanî dan çapameniye.

Rêveberiya Komaleya Medyaya Internete li Wanê bi mebesta muhirkirina Van Tv'yê li parka Feqiyê Teyran de daxuyanî dan çapameniyê. Hevserokê DBP' ya Wanê Murat Sarisaç, Mamosteyên Egîtîm-Senê û hemû xebatkarên Van Tv'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Rêvebirê Ilhan Siyahtaş daxuyanî xwend û diyarkir ku, li ser navê OHAL'ê êrîş û astengiyên keyfî û bê huquqî li ser çapemeniyê heye û xebatkarên çapameniyê neçar dihêlin.

Ilhan Siyahtaş anî ziman ku, pêşiye Van Tv hat reskirin û piştre ji muhir lê xistin û wiha got: "Dengê gel tê girtin. Li Wanê her roj hejmara neçarbûna xebatkarên çapameniyê zêde dibin. Em êdî dibêjin îro dora kêye. Bi girtina Van Tv'yê gelek malbat jî neçar hêştin. Em karê xwe ji bo gelê xwe dikin. Me ji bo zarokên xwe yên ki ber siya şer de mezin buyî soz daye. Em ê rojên ronî ji bo wan bihêlin. Em cem hevalên xwe yên Van Tv'yê ne. Serî li hemberî politîkayên wan natewînin. Yên kilît deriyên çapameniyê da şermezar dikin."

(hk-db/rc)