Di komxebata îro de netew-dewlet û netewa demokratîk hat nîqaşkirin

16:46

JINHA

RIMÊLAN- Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgranê ya bajarê Rimêlanê bi dirûşmaya "Federaliya Demokratîk Misogeriya Yekîtiya Sûriyê ye" Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk ya Sûriyê di roja yekemîn de bi gotûbêjên berfireh li ser netew-dewlet û Netewa Demokratîk bidawî bû.

Li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran ya bajarê Rimêlana Kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê, komxebata Hevpeyvîna Demokratîk ya Sûriyê destpêkiribû û gotûbêjkirina netew-dewlet û Netewa demokratîk ku bi tevlîbûna nûnerên gelek partiyên siyasî yên Rojava û Opozîsyona Sûriyê ku du roj wê berdewam bike îro bi dawî bû.

Endama komîteya amadekar Dîrok Mela Resûl xêrhatina beşdarên komxebatê kir. Paşê Hevserokê Kantona Cizîrê El Şêx Himêdî Deham axivî û girîngiya sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê anî ziman. Paşê endama Komîteya Amadekar û endama Meclîsa Damezirîner a Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê Foza Yûsif pêşketinên siyasî yên herêmê, şerê li dijî gelên herêmê ku Tirkiyeyê serkêşiya wê dike û herwiha wateya sîstema Federal Demokratîk anî ziman.

Di berdewama rûniştina komxebatê de bi berfirehî li ser Bandora dewlet-netewê li ser gelê Sûriyeyê hat nîqaş kirin. Nîqaş ji hêla Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk Nezîre Gewriye ve hat rêvebirin. Beşdarên komxebatê siyasetmedar Ferhad Dêrik, Nûredîn Remo, Endama Komîteya Hevpeymana Civakî Êlîzabêt Gewriye, siyasetmedar Cozê Lehdo, Mihemed El Tayê derbarê rastiya Netew-Dewlet û bandora vê yekê li ser gelê kurd, sûriyan û ereb nêrînên xwe parve kirin. Cozêf Lehdo asîmîlasyona netew-dewlet ya li ser gelê sûryanî û aşûrî anî ziman.

Piştî navbera nîvro nîqaş li ser Netewa Demokratîk destpêkir. Di vê beşê de endama komîteya amadekar a Hevpeymana Civakî Derya Remezan, siyasetmedar Çinar Salih, Lûqman Hemê, Bozan Kobanê û Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo nêrînên xwe bi berfirehî anîn ziman. Di van nîqaşn de kesayeta azad û hemwelatiyên azad, parastina rewa hate vegotin. Heyfa Erebo jî di nirxandina xwe de mijara hevjiyana azad di sîstema Netewa Demokratîk de girte dest.

Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyeya Demokratîk dê sibe jî bi rojevên Rêveberiya Xweser û Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê bidome.

(kom/rc)