ROJEVA 1'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ

09:00



*Jina bi navê Sultan Tanyelî ku debara xwe bi firotina mastê pêk tîne diyar kir ku, ew ji karê xwe gelek hez dike.

*Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku bi enerjiya tê nûkirinê re bajarê ekolojîk hedef digire îmzeyê davêje projeyên girînge. Midûra Şaxa Daîreya Enerjiya Tênûkirinê Fatoş Nujen Ayhanê diyar ki kur divê bi taybet di vê mijarê de rola pêşeng bilîze û got wê astengiyên burokratîk jî ji holê rabikin.

*Bi KHK’yan re 10 kanalên muxalîf hatin girtin. Parêzer Eren Keskînê têkildarî mijarê de nirxandin kir û got: “Desthilatdarî her aliyê ku ji xwe re wek astengî dibîne dixwaze bi OHAL’ê tine bike. girtina kanalan di pergalên faşîst de heye.”

*Li Mêrdînê gelek jinên di bin bandora şer de mane, ji bo jinên Nisêbînê konserveyan çêd ikin û mînaka piştevaniyê nîşan didin.

*Li Çiyayê Şengalê ligel şert û mercên zehmet yên piştî fermanê xebatên dibistanê tên meşandin.

*4’emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî a Amedê di navbrea 14-16’ê cotmehê de pêk tê. Endama DÎFAK’ê Zeynep Bozarslanê diyar kir ku arşîvên wêneyan ji bo hişê civakê ava bibe gelek girînge û got jin eleqeyek mezin nîşanê wêneyan didin.

*Navenda Şêwirmendya Jinan a Ekîn Cerenê lig undan li dijî îstîsmarkirina zarokan xebatê dimeşîne. Xebatên wê nêzî du mehan berdewam bikin ji aliyê jinan ve rastî berkên erê hat.

*Parêzera Weqfa Şêwirmendiya Jinê Fîgen Demîr Çirayê diyar kir ku piştî tayyînkirina qayyûman a şaredariyan dosyayên ji navendên jinan hatine girtin jiyana jinan dike xetereyê û got: “Ji ber girîngî nadin veşariya zanînên van dosyayan jinan wê bikin hedef. Yanî bi awayekî zelaltir wê jinan ji kuştin û şîdetêre vekirî bihêle.”

*Cemîle Sogut ya di salên 90’î de ji gundê xwe koçî Edenê kir destarê xwe jî girt cem xwe û bi salane hemû jinên taxê vî destarî bikartînin.