Jinê şer jiyane ji bo Nisêbînê dest didin hev
09:06
JINHA
MÊRDÎN- Li Mêrdînê gelek jinên di bin bandora şer de mane, ji bo jinên Nisêbînê konserveyan çêd ikin û mînaka piştevaniyê nîşan didin.
Jinên Mêrdînê ji bo jinê Nisêbînê ketin nava tevgerê. Evîn ya ku 4 sal berê ji Sûriyê koçî Mêrdînê kir diyar kir ku tiştên jinên Nisêbînê jiyane wan jî jiyane û got: “Dema behsa piştevaniyek wisa kirin kêfa min hat. Min xwest ez bêm. Di rojên baş de piştevanî gelek girînge. Dema mirov kesan ligel xwe dibînin gelek kêfxweş dibin. Em hatin vir gel li cem me bû. Em jî li cem gelê Nisêbînê ne.”
Medîne Tokgozê jî got ew jib o malbatên koç kirine, amadekariya zivistanê dikin û got: “Em gelek kêfxweşin ku li vir bi gelê xwe re din ava piştevaniyê de ne. Em bibin yek û bi gelê Nisêbînê re bibin yek. Emê her tiştî bi piştevaniyê ji holê rabikin.”
Divê kampanya bê zêdekirin
Şîrvanê jî destnîşan kir ku ew dixwazin keda wan bigihêje gelê Nisêbînê û got divê kampanya bên zêdekirin. Nebahat Işikhanê got ligel malbatên di bin bandora şer de mane, bûyîn gelek watedare.
(kom/hu)