Mamosteyên Şengalê: Di çavê zarokan de hêviya azadiyê tê dîtin
09:09
Dilvîn Murad-Hewlêr Şahîn/ JINHA
Şengal- Li Çiyayê Şengalê ligel şert û mercên zehmet yên piştî fermanê xebatên dibistanê tên meşandin.
Di çerçoveyê xebatên înşakirinê de li çiyayê Şengalê mamoste dest bi amedekariya perwerdehiyê kirin. Mamosteyên ku bi armanca destpêkirina perwerdehiya sala nû ya li dibistanê civînek pêk anîn û têkîldarê xebatên xwe nêrînên xwe ji ajansa mera parvekirin. Mamosteyan bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya zarokan û gotin ku, armanc ne tenê ziman hînê zarokan kirine di heman demê de, başkirina derûniya zarokan e. Endama Rêvebira Dibistanê Adar Şengal diyar kir ku, piştî Şengal hat rizgar kirin wan dest bi perwerdehiya zarokan kirine û wiha got: "Êrîşa qirkirinê ya çeteyan li ser derûniya gel û zarokan bandorek mezin da avakirin."
'Eleqeyek mezin ya zarokan ji zimanê kurdî re heye'
Adarê anî ziman ku, ew li ser bingeha danasîna çand û dîroka gelê êzidî de wê perwerdehiyê esas bigrin û wiha domand: "3'ê salin perwerdehî tê dayîn û mirov guhertinek erênî di nava zarokan de dibîne. Eleqeyek mezin ya zarokan ji zimanê kurdî re jî heye." Adarê da zanîn ku di betlanaya havînê de mamoste perwerdehî dîtine û bi amedekariyek mezin ew ê dest bi dayîna perwerdê bikin û wiha pêde çû: "Zarok pêş dikevin. Di çavên wan de hêviya azadiyê tê dîtin. Ev yek nişaneya hêviyên wî yê civaka xwe naskirin û pêşxistin heye. Dibe ku zarok di nav şert û mercên pir girande jiyan dikin. Lê zarok ji ber têkîliya wan di nava malbatê de bi zimanê kurdiye, zû hîndibin. Li dibistanê bi sê zimanan perwerdehî tê dayîn. Kurdî, erebî û îngilîzî. Bi giştî niha li dibistanên çiyayê Şengalê 45 mamoste hene. Hêviyê zarokan ji perwerdehiyê mezine. Mamoste jî bi amedekariyek mezin ew ê dest bi dayîna waneyan bikin."
'Rojeva tevahî zarokan êrîşê çeteyan û fermane'
Mamoste Riham Hase jî destnîşan kir ku, derûniya zarokan ji ber êrîşê çeteyan gelek xirab bûye û got ku ji ber vê erkek mezin dikeve ser milê wan û wiha berdewam kir: "Zarokên êzidî bûyerên giran jiyan. Kedek mezin tê xwestin. Zarokên êzidî ji lîstokan û her wiha gelek pêdiviyan bê par man. Rojeva tevahî zarokan êrîşê çeteyan û her qala fermanê dikin. Gelek zarok hene dayik û bavê wan di destê DAIŞ'ê de ne hîna. Ji ber vê em giranî didin perwerdehiya civak û çandê. Dibistan îro destpêdikin. Coşek mezin nava zarok û mamosteyan de heye. Bi hêviya ku ev sal ji tevahî salê bêhtir zarok perwedên xweş bibinin û dil û ruyê wan geş bibin."
'Em ê serkeftinên mezintir bi dest bixînin'
Mamoste Diham Reşo Hecî jî bi lêv kir ku, ew du sale li Şengalê mamostehiyê dike û wiha axivî: "Ez di wê baweriyê deme asta ku em giheştine, ji sala derbabuyî hin bêhtire. Em ê serkeftinên hin mezintir bi dest bixin. Ji bo pêşketina zarokan erkê dikeve ser milên me emê pêk bînin. Ji ber zarok pêşeroja civakê ne. Li dora Şengalê dijimin heye, hesabên mezin heye. Li gor wê em ê amedekariyê perweredehiya zarokan bi serkeftî esas bigrin. Bi saya kedê Rêber Apo em îro wek gelê êzidî dijîn. Ew ê têkoşîna me heya dawî berdewam bike."
(rc)