Li gundan li dijî îstîsmarkirina zarokan xebat

09:12

JINHA

AMED- Navenda Şêwirmendya Jinan a Ekîn Cerenê lig undan li dijî îstîsmarkirina zarokan xebatê dimeşîne. Xebatên wê nêzî du mehan berdewam bikin ji aliyê jinan ve rastî berkên erê hat.

Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Ekîn Cerenê ku di bin bana Şaredariya Kayapinarê ya Amedê de xebatan dimeşîne li gundên girêdayê Kayapinarê xebatên li dijî îstîsmara zarokan dimeşînin. Civaknas Ebru Demîr diyar kir ku ev du hefteye xebatan dimeşînin û wiha got: “Em vê xebatê bi awayekî baldarî dimeşînin. Em ji malbatan re vedibêjin ku divê destpêkê têkiliya baweriyê bi zarokên xwer re pêş bixînin.”

'Em çûn 11 gundan'

Ebruyê wiha got: “Ev xebat wê du mehan zêdetir bidome. Em despêkê anketê dikin. Em broşuran didin malbatan. Em bi tevahî çûn 11 gudan. Em hefteyê du rojan xebatên gundan dimeşînin. Jin elqeyek mezin nîşan didin. Pirs dikin. malbat destpêkê qebûl nakin. Wekê ku tiştên wisa di malbata wan de nehatiye jiyîn. Em vê bi baldarî vedibêjin. Jin destpêkê dibêjin ‘îstîsmar çiye, tiştên wisa nayên serê me.’ Piştre hêdî hêdî bertekê wan diguherin.

Ebruyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îstîsmar wek tehdîdekê li ser zarokane û lê divê teqez zû bê mudaxalekirin.

(şa\hu)