'Girtiya dosyayan dikare rê li ber şîdeta li ser jinê veke’
09:14
JINHA
ENQERE – Parêzera Weqfa Şêwirmendiya Jinê Fîgen Demîr Çirayê diyar kir ku piştî tayyînkirina qayyûman a şaredariyan dosyayên ji navendên jinan hatine girtin jiyana jinan dike xetereyê û got: “Ji ber girîngî nadin veşariya zanînên van dosyayan jinan wê bikin hedef. Yanî bi awayekî zelaltir wê jinan ji kuştin û şîdetêre vekirî bihêle.”
Parêzera Weqfa Şêwirmendiya Jinê Fîgen Demîr Çirayê balkişand ser êrîşên li ser xebatên jinan yên piştî tayînkirina qayyûman. Fîgenê di axaftina xwe de diyar kir ku Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê erê kiriye û ketiye bin berpirsiyariya wê di alî têkoşîna şîdeta li ser jinê de û veşartina daneyan de peymaneke girînge.
‘Neparastina zanînan binpêkirina mafê jiyanê ye’
Fîgenê di berdewamiya axaftina xwe de got divê li veşartina daneyên şexsan û mahremiyetê baldarî hebe û got di rewşa berovajî vê de dikare encamên nebaş derkevin holê. Fîgenê bi lêv kir ku sazî û navendên jinan di her alî de piştgiriyê didin jinan û got: “Navnîşan, çîrokên şîdetê, agahiyên tenduristiyê û agahiyên têkildarî zarokan de bi daxwaza jinan hatine girtin. Di rewşa ku ev agahî neyên parastin de wê binpêkirina mafê jinan bê jiyîn. Wê jiyana jinan bikeve xetereyê.”
Fîgenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev rewş wê rê li ber xetereyan veke. Navnîşanên veşartî hatine girtin dikare deşîfre bibe. dibe ku çîrokên şîdetê hatibin parvekirin. Di rewşa ev agahî neyên parastin de wê jin bi awayekî aşkera bibin hede. Yanî wê ji şîdet û kuştin li pêş jinê bê vekirin.”
(de/hu)