'Şert û merc çi dibin bila bibin em ê rastiyan ji gel re ragihînin'

10:45

JINHA

WAN - Kedkarên jin ên Wan TV û Dogu Radyoyê bertek nîşanî morkirina TV û radyoya xweya ku ji aliyê KHK'ê ve hatin morkirin dan û diyar kirin ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê ji gelê ragihînin

Wan TV û Dogu Radyo yên ku li li bajarê Wanê ji gelê Serhedê re nûçe û agahiyên rast bi awayekî objektîf radighandin di çarçoveya OHAL'ê de bi biryara KHK'ê duh weşana wan hat sekinandin û deriyê wanhat mohrkirin. Kordînatora Dogu Radyoyê Leyla Ayaz diyar kir ku bêyî hişyariyek ji wan re bê, kesên ku ji emînyetê û ji maliyeyê hatin ji wan re gotine ku dê Wan TV û Dogu Radyo bên morkirin, hemû alavên wan desteser kirine û deriyên TV û radyoya wan mor kirine.
Morkirin ji ber sekna mûxalîf e

Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku xebtên wan ji aliyê dewletê ve hatin rawestandin, lê ev nayê wateya ku em ê dest ji karê xwe berdin û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Li vê derê bi dehan xevalên me yên xebatkar ku ji kevneşopiya çapemeniya muxalîf in hene û wê ev hevalên me li ser xeta muxalîf açapemeniyê xebatên xwe berdewam bikin."

'Dengê gel nayê birîn'

Xebatkara Wan TV'ya ku hat morkirin Nesrîn Tataroglu jî bertek nîşanî girtina TV û Dogu Radyoyê da û wiha got: " Dixwazin dengê me yê ku dengê gele e bibirin. Lê em ê xebatên xwe berdewam bikin û ji rastiyan tawîzê nedin."

Grafîkera Wan TV'yê Canan Şen jî got ku kanala wan bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin û bang li gel kir û li Wan TV'ya ku dengê wan e xwedî derkevin.

'Êrîşî ragigandina azad a ku dengê gel bû kirin'

Nadîde Aslan ya ku pêşkêşvana nûçeyên Wan TV ye jî diyar kir ku girtina TV ya wan astengkirina ragihandina rastiyan a ji gel re ye û got ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin.

(htk-db/ng/gc/mk)