Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê di roja 2'yemîn de didome

11:00

JINHA

RIMÊLAN- Ji bo nîqaşkirina Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê bi nîqaşên li ser ezmûnên Xweseriya Demokratîk berdewam e.

Li bajarê Rimêlan navenda Çand û Huner a Aram Tîgran, duh bi mebesta nîqaşkirin li ser sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Komxebata Hevpeyvîna Demokratîk a Sûriyê destpêkiribû. Di komxebata ku bêtirî 200 siyasetmedar û nûnerên rêxistinên Rojava û opozîsyona Sûriyê beşdar bûne, duh li ser sîstema Netew-dewlet û Netewa Demokratîk nîqaşên pir-alî hatin kirin.

Îro jî komxebat bi nîqaşên li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destpêkir. Ev nîqaş ji hêla Enwer Muslim ve tê birêvebirin.

Di serî de sînevîzyona li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû amadekirin, hate temaşekirin. Paşê ji hêla Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed qala pêdivî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Di dewama komxebatê de jî serokê pêşî yê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso wek pêkhateya kurd tecrûbeya Rêveberiya Xweser vegot.

Di berdewamiya komxebatê de tê payîn ku siyasetmedar Hisên Ezam tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji hêla pêkhatiya ereb ve bîne ziman û paşê Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava –Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif dê tecûrbeya Rêveberiya Xweser ji hêla jinan ve binirxîne.

Nîqaşên Rêveberiya Xweser dê danê siharê yê komxebatê bidome û paşê Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê dê bê nîqaşkirin.

(kom/rc)